Li dijî DAÎŞ û adetên paşverû li ber xwe da û wêne xêz dike

Zehra El-Bedewî ya ku ji dayikbûnê ker û lale, li hemberî zilma çeteyên DAÎŞ'ê li ber xwe da û bi xêzkirina êşên gelan bal kişand ser wateya jiyana azad.

Nêzîkatiya wan a li hemberî jinên herêmên ku çeteyên DAÎŞ'ê dagir kiribûn, piştî ku YPJ-YPG-QSD'ê herêm rizgar kirin, bi vegotina jinan û gelan derketibû holê.

Li Reqqayê destûr nehat dayîn ku jin ji malên xwe derkevin, heya ku mêrek bi wan re nebe (bi gelemperî bav, birayê wan ê mezin an hevjînê wan). Jin neçar bûn ser rûyên xwe bigirin û bi çarşefên reş ên ku ji serî heta binî hemû laşê wan digirt li xwe bikin. Çeteyên DAÎŞ’ê li Reqa ku di sala 2014’an de dagir kiribûn jî tugayên kontrolkirina jinan ava kiribûn.

Çeteyên DAÎŞ'ê berê yekîneyeke bi navê Tûgaya El Hansa hebû ku tenê ji jinan pêk dihat û li kolanan cil û bergên jinan kontrol dikirin. Piraniya jinên di vê tugayê de hevjînên çeteyên DAÎŞ'ê ne. Qaşo wezîfeya jinên di nava komên tugayan de ew e ku cil û berg û jinên ku qanûnên wan pêk nayînin kontrol bikin û êşkencekirina girtiyên jin e.

Jin ji ber van sedeman û ji bo ku bi çeteyan re neyên zewicandin, ji malên xwe derneketin. Yek ji van jinan Zehra ya 30 salî ye.

Wênesaz Zehra El-Bedewî ku ker û lal ji dayik bûye, ji 9 zarokên malê yê 3’mîn e. Ji 4 saliya xwe ve dest bi xêzkirinê dike û her roj eleqeya wê ya bi wênesaziyê re kûrtir dibe.

LI HEMBER ZOR Û ZEHMETÎ LI BER XWE DA

Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê bajarê Reqayê dagir kirin, malbata Zehra ji bajar derneketin. Weke bi sedan malbatan bûn şahidê zilm û neheqiya hovane ya çeteyên DAÎŞ'ê, lê Zehra li hemberî hemû zor û astengiyan li ber xwe da.

Zehra ku ji zarokatiya xwe ve ji nivîsandin û xêzkirinê hez dike, ji aliyê dayika xwe ve ji bo wênesaziyê tê teşwîqkirin. Ji tirsa çeteyên kirêt, li malê bi dizî tabloyên xwe xêz dike.

ÊŞÊN GELAN XÊZ DIKE

Zehra bi hêz û moralê ku ji dayika xwe wergirtiye, xwe di warê hunerê de pêş dixe, perwerdehiya pêwîst distîne û hewl dide ramanên xwe yên afirîner di wêneyên ku xêz dike de nîşan bide.

Zehra ku li bajarê Reqqayê heta pola 9’an diçû dibistanê, ji ber edetên paşverû yên li herêma ku lê dijiya, nekarî dibistana xwe biqedîne. Zehra her çendî nikaribe biçe dibistanê jî dev ji pêşketina xwe bernade. Di nivîsandin û xêzkirina wêneyan de xwe gelek pêş dixe.

DAÎŞ JI REQAYÊ HAT PAQIJKIRIN Û BI AWAYEK AZAD DEST BI XÊZKIRINÊ KIR

Zehra ku dixwaze hemû hovitiyên ku wê nedîtiye nîşan bide, her wiha berxwedana gel a ku di dema dagirkirina Efrînê de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve derkete holê, êş û kederên ku gelên Sûriyeyê jiyane û mîrasên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xêz dike.

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk di sala 2017’an de Reqa ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir, Zehra û malbata wê mîna bi deh hezaran kes bêhnek rehet kişandin. Zehra bi hêz û moralê ku ji malbat û hevrêyên xwe distîne, xebatên xwe yên hunerî didomîne û bi bextewariya wênesaziya azad xêzkirina xwe didomîne.