Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê: Divê sînameger di şexsê Kerîmiyan de bi erka xwe rabin

Komîteya TEV-ÇAND'ê ya PKK'ê derhênerê sînemayê Mensûr Kerîmiyan ê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava de şehîd bûbû bibîr anî û ev bang kir: "Divê hemû hunermend û sînemagerên xwedî wijdan di şexsê Mensûr Kerîmiyan de bi erka xwe rabin."

Komîteya TEV-ÇAND'ê ya PKK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, derhênerê sînemayê û hunermend Mensûr Kerîmiyan ku 23'yê Kanûna 2023'yan di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dewleta Tirk a faşîst, qirker û asîmîlasyonîst ku qirkirina Kurdan kiriye hinceta hebûna xwe, li ber çavê tevahiya cîhanê komkujiyan dike. Bêyî ku bibêje jin, ciwan û extiyar, hemû rêgezên mirovahiyê ya navneteweyî piştguh dike û bi êrîşên komkujiyê sînorên xwe yên siyasî jî derbas dike û bi vê israra xwe hiqûqa dewletê jî binpê dike. Her ku firsend bi dest dixe, bi binpêkirina qanûnên şer ên navneteweyî re bombeyan li cih û warên sivîlan ên li herêmên cuda yên Rojava, Şengal, Maxmûr û Başûrê Kurdistanê dibarîne. Bi vê yekê re roj bi roj lîsteya sûcên şer zêde dibin.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Dewleta Tirk bi bombekirina cih û warên sivîlan re hewl dide têkçûna mezin a ku artêşa Tirk herî dawî li Xakûrkê, Zap û Metînayê li pêşberî berxwedana bi heybet û çalakiya rêxistinbûyî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwar, binixumîne. Ji ber vê têkçûna ku li pêşberî berxwedan û têkoşîna gerîla jiyaye, kiriye polîtîkayeke bingehîn ku di firsendek biçûk veguherîne qirkirina Kurdan.

Her roj li hemberî komkujiyên ku Îsraîl li Xezeyê pêk tîne, li ser mafên mirovan û hiqûqa şer axaftin dike, lê bi êrîşên li ser gelek wargehên sivîl ên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînakên nû li karaktera xwe ya qirker û qetlîamker zêde kir. Em sersaxiyê ji malbatên kesên ku di van hemû êrîşan de şehîd bûne re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Her şehîd dibe sedem ku hêrs û biryardariya me ya têkoşînê hê bêhtir bilind bibe.

Di nava sivîlên ku di êrîşên dawî de şehîd bûne derhênerê sînemayê Mensûr Kerîmiyan ê ji bajarê Sîna yê Rojhilatê Kurdistanê jî hebû. Em derhênerê Kurd ê hêja Mensûr Kerîmiyan ku tevahiya jiyana xwe fedayê xebatên sînemayê kir, ji bo êş û rastiya gelê Kurdistanê di qada sînemayê de nîşan bide bi hemû hêza xwe ked da, sînorên dewletê derbas kir û bi ruhê yekîtiya neteweyî berê xwe da Rojava, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Em bang li hemû hunermend û sînemagerên li Rojhilata Navîn û cîhanê bi taybetî yên Kurd ên xwedî wijdan dikin ku li dijî van komkujiyan bibin xwedî helwest û ji bo berxwedana bi heybet dengê xwe bilind bikin.

Em dixwazin bînin ziman ku li dijî van êrîşan bi berfirehkirina berxwedan û têkoşînê re, em ê xwedî li ked, bîranîn û têkoşîna şehîdan derkevin. Li hemberî van komkujiyan û êrîşan bêdeng mayîn, wê were wateya windakirina ruh û wijdanê. Ji ber vê yekê divê hemû hunermend û sînemagerên xwedî wijdan di şexsê Mensûr Kerîmiyan de bi erka xwe rabin û xwedî lê derkevin."