Ji Koma Cûdî albûma 'Apo Newroz e'

Koma Cûdî albûma 'Apo Newroz e' meha Adarê pêşkêş dike. Klîba destpêkê jî wê Adarê bê weşandin.

Albûma 'Apo Newroz e' ku Koma Cûdî demeke dirêj e amadekariyê jê re dike, bi karekî kolektîf qediya.

Ji bo albûma 'Apo Newroz e' piştgirî û nêrîna nivîskar, rewşenbîr û hunermendên li Rojava, Ewropa, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hate wergirtin. Gotinên her berhemekê yên hunermendên cuda ne. Qeyda albûmê jî li Studyoya Orkêş a li Amûdê hate kirin.

- Gotinên strana 'Apo Newroz e' ya Ednan Îbrahîm e. Muzîk wê ji aliyê Şivan Cizîrî û Baran Dilbihar ve hatiye amadekirin.

- Strana 'Çiyayê Cûdî' li ser yek ji fermandarên efsanewî Rizgar Gever (Muslum Firtina) hatiye çêkirin ku Rizgar Gever 1'ê Mijdara 2018'an şehîd bû. Di vê stranê de qala gerîla û yekbûna wan a bi Çiyayê Cûdî re tê kirin.

- Bi strana 'Apê Yûsif' qala welatparêzî, berxwedêrî û têkoşeriya Apê Yûsif tê kirin ku 9'ê Mijdara 2021'ê tevî du neviyên xwe di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû. Gotin û muzîka stranê ya Baran Dilbihar e.

- Strana 'Çiya li deştê kir' ku gotinên wê yên Feqiyê Teyran e, qala bedewî, bereket û dewlemendiya Kurdistanê dike. Muzîka wê ji aliyê Erdelan Amûdê ve hate amadekirin.

- Gotinên strana 'Kewê Gozel' ji aliyê Dildar Şeko ve hate amadekirin. Muzîka wê jî Erdelan Amûdê çêkir.

- Di strana 'Desmala Govendê' de ku muzîka wê ya Erdelan Amûdê, gotinên wê jî yên Melevan Resûl e, qala ruhê seferberiya gel ê di Şerê Gel ê Şoreşgerî de, rê û rêbazên parastina xakê ji dagirkeran tê kirin.

- Di albûmê de bi strana 'Mizgîna Azadiyê' işaret bi lehengiya destanî ya YPJ û YPG'ê tê kirin. Gotin û muzîka vê stranê jî ya Şivan Cizîrî ye.

- Gotin û muzîka strana 'Destanê Êzidxanê' ya Baran Dilbihar e. Di vê stranê de jî qala çand, bawerî û lehengiya Êzidiyan, her wiha fermanên li hemberî wan hatin kirin û berxwedana PKK'ê ya bi pêşengiya şehîd Zekî Şengalî tê kirin.

- Di strana 'Avaşîn' de ku gotin û muzîka wê ya Baran Dilbihar e, berxwedana şerê tunelan a gerîla û lehengiya destanî ya li dijî çekên teknîka herî pêşketî tê vegotin.

- Muzîk û gotina strana 'Lehengên Botanê' ji aliyê Baran Dilbihar ve hatine amadekirin. Di vê stranê de Mahsûm Korkmaz û Delal Amed tên bîrxistin, qala bedewiya qada Botanê û lehengiya gerîla ya li Botanê tê kirin.

- Di strana 'Mamiz' de jî qala Xezala bi navê Mamiz a li çiyayên Kurdistanê tê kirin. Gotin û muzîka wê jî ya Baran Dilbihar e.

- Herî dawî jî albûm bi strana 'Ho Reşo-Dara li homê' diqede ku berhemeke anonîm e.

BERHEMA KEDA KOLEKTÎF

Ji Koma Cûdî Bahar Dilbihar li ser albûmê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku vî karî salekê dewam kir û di encama kedeke mezin û kolektîf de qedandine. Dilbihar anî ziman ku ne tenê ji Rojava her wiha ji gelek welatan piştgirî wergirtine û got, "Albûm berhemeke Koma Cûdî ye, lê belê divê piştgiriya nivîskar, rewşenbîr û hunermendan neyê jibîrkirin. Lewma karekî koletîf bû, bi serketî bi encam bû. Albûma me ji 12 stranan pêk tê û piştî weşandina klîbeke wê di meha Adarê de wê bê pêşkêşkirin. Klîba ku me destnîşan kiriye jî ya strana 'Apo Newroz e'. Ji xwe navê albûma me jî 'Apo Newroz e'. Em albûmê diyarî Rêber Apo û gelê Kurd dikin."