Hunermend Mihemed Şêxo li ser gora xwe hat bibîranîn

Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo di salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Qamişloyê hat bibîranîn.

Bi boneya salvegera 34`an a koça dawîn a hunermend Mihemed Şêxo şêniyên Qamişlo, hunermend û endamên saziyan serdana gora Mihemed Şêxo ya li goristana Hilêliyê ya Qamişloyê kir. Hunermend Sefqan Orkêş li ser gorê axivî û diyar kir ku hunermend Mihemed Şêxo bi ked, awaz û dengê xwe bûye nimûneyeke cîhanî ji bo gelê Kurd.

‘HÊZ DA ÇANDA KURDÎ’

Endamê Komîteya Hunerê ya Meclisa Gel a Qamişloyê Cemîl Meşkînî jî axivî û da zanîn ku çanda Mihemed Şêxo ji bo gelê Kurd dabû avakirin, niha ciwanên Kurd diparêzin û wiha dom kir: “Bi sekn û exlaqê xwe hêz da çanda Kurdî. Îro navendên me bi navê wî ne, zarokên me jî stranên wî dibêjin.”

Di dawiyê de gul li ser gora Mihemed Şêxo hatin danîn û stranên wî hatin gotin.

Hunermend Mihemed Şêxo di 9`ê Adara 1989`an de di encamê krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû.