Bi pirtûka ‘Felaketa Zeytûnê’ bû dengê yên axa wan hatiye dagirkirin

Şehnaz Ziyada Efrînî ku dagirkerî dîtiye, li ser berxwedana gelê Efrînê ya ji berê heta bi niha, pirtûka ‘Felaketa Zeytûnê’ nivîsîye.

Şehnaz Ziyad ku bajarê wê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, êşa gelê xwe bi pirtûka ku nivîsiye dixwaze bi cîhanê bide zanîn. Pirtûk bi Erebî ye. Şehnazê, sala 2018’an dest bi nivîsîna wê kiriye. Di pirtûkê de bi tenê behsa dagirkirina Efrînê ji dewleta Tirk ve nekiriye. Li ser jiyana xelkê Efrînê ya beriya Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, planê qirkirinê yê rejîma Beasê yê li ser Efrînê jî nivîsiye.

Şehnazê, di pirtûkê de ku sala 2020’an qedandiye, aniye ziman ku gelê Efrînê li dijî polîtîkayên bişaftinê çawa li ber xwe daye û behsa rewşa li Efrînê ya bi krîz Sûriyeyê û avakirina jiyana azad li Efrînê kiriye. Şehnaz ku 20’ê Çileya sala 2018’an dagirkeriya dewleta Tirk bi çavên xwe dîtiye, ne bi tenê tiştên ku bi ser de hatine, birîn û şewitandina hinarên Basûdê û darên zeytûnan, talankirina berhemên dîrokî yên li Eyn Darê, hilweşandina çerxerêya Kawayê Hesinkar û sûcên li dijî mirovahiyê yên li dijî gelekê bindest jî nivîsîne.

LI SER XERAKIRINA JI BER ŞER NIVÎSIYE

Şehnaz ku dêya çar zarokan e, tim ji xwe pirsiye ku çima zarokên wê veşartok nelîstiye lê ji bo xwe xelas bikin, di bin balafiran de her carê reviyane cihekî.  Şehnaz dibêje; ”Şer çi ye, na, lê divê zarok bizanin ku hezkirina ji jiyanê çi ye.” Şehnazê, êşa di çavên zarokan de jî dîtiye ku dest bi nivîsînê kiriye û bi hûrgulî li ser bandora şer a li ser zarokan sekiniye. Şehnazê, li ber daxwaza kuştina gelekê ku dixwaze bijî, li ber kuştina hêviyên zarokan, tunekirina zimanê gelekî rabûye. Şehnazê, ku xwestiye belgeyeke dîrokî bihêle, ne xeyal lê rastî nîvisiye. Tiştên di dil û mêjîyê xwe de neqlê tiliyên xwe kirine lê ji bo peyvek jê kêm nemîne, gelek caran rûpelek ji serî ta binî jê biriye, cardin nivîsiye û bi tenê xwestiye ku behsa rastiyê bike. Şehnazê, beşekê taybet ji bo berxwedana jinên Efrînî veqetandiye, bûye seferber ku bikare behsa her jineke ku xwe gihandiye, di pirtûka xwe de bike. Di ‘Felaketa Zeytûnê’ de ku ceribîna pêşîn a Şehnazê ye, behsa bêrehmî û hovîtiya êrîşa li dijî gelekî kiriye.