Bîra dîroka hunerê ya Kurdan: Mihemed Şêxo

Hunermend Mihemed Şêxo 34 sal berê çû li ser dilovaniya xwe, lê hunera wî hêj di nava rengê çanda Kurdî de geş dibe. Şêxo bi deng û awazên xwe, kilam û stranên xwe jiyan û hunera gelê Kurd dewlemend kir.

Hunermend Mihemed Şêxo bi salên dirêj ji bo çand û hunera Kurdî bi taybetî di warê muzîkê de gelek berhemên giranbuha afirandin. Berhemên Mihemed Şêxo di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de risteke girîng lîst. Ji bo muzîka Kurdî berhemên ku afirand îro jî bi hezkirin û hestên biltind tên guhdarkirin. Berhemên Mihemed Şêxo ji şevbêrk û şahiyên Kurdan winda nebûye, her amade ye bi deng û muzîka xwe.

Hunermend Mihemed Şêxo, di sala 1948’an de li gundê Xecokê yê li ser bajarê Qamişloyê hatiye dinyayê. Ev gund li başûrê Qamişloyê ye. Di malbatê de bi tevî Mihemmed Şêxo 6 bira û 6 xwişk in. Ew birayê herî mezin e. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Mihemmed Şêxo perwerdeya medreseyê dibîne. Dîsa Mihemed Şêxo li Qamişloyê heta pola 9’emîn perwerdeya xwe berdewam dike û piştre dev jê berdide. Mihemed Şêxo ligel zimanê Kurdî zimanê Erebî jî baş dizanî û diaxivî.

JI BAVÊ XWE YÊ DENGBÊJ BANDOR BÛ

Ji ber ku bavê Mehemed Şêxo jî dengbêj bû, li ser dengbêjî û hunermendiya Mihemed Şêxo bandora bavê wî jî zêde xuya dike. Di dema xwendina xwe ya li Qamişloyê de fêrî tembûrê dibe. Dema li Qamişloyê dixwend, hunermendê navdar Aram Dîgran dinase û li stranên wî guhdarî dike û pêre jî dibêje. Ew, hunermend Aram wekî pireke di navbeyna stranên klasîk û nûjen de dibîne.

PERWERDEHIYA MUZÎKÊ

Hunermand Mihemed Şêxo jî wekî gelek hunermendên Kurd bi zor û zehmetî ji bo pêşxistana hunera xwe têdikoşe. Mihemed Şêxo di dawiya sala 1969’an û serê sala 1970’yan de diçe Beyrûdê, perwerdeya muzîkê dibîne. Du salan li Yekitiya Hunermendên Lubnanê ya Erebî dixwîne. Dîploma ya xwe ya amûrejenî û dengbêjiyê distîne. Mihemed Şêxo di navbera 1969 û 1972’yan de li Lubnanê ji bo muzîka Kurdî xebatên xwe didomîn e. Di sala 1972’yan de Mihemed Şêxo dema li Beyrûdê ye bi komên muzîkê yên Kurdan re têkiliyê datîne. Seîd Yûsif, Mehmûd Ezîz, Mihemed Teyîb Tahir, Şêrîn Mele, Remezan Omerî û Rifetê Darî beriya Mihemed Şêxo çûbûn Beyrûdê û li wir bi berpirsiyarîya Seîd Yûsif, Koma Newrozê damezrandibûn. Pêwendiyên wî ligel Koma Newrozê hebûn. Paşê pêwendiyên wî bi Koma Serkeftinê re çêdibe ku ew kom ji aliyê Kemal Şambaz ve hatibû damezrandin.

LI ŞAMÊ KASETA XWE YA AY GEWRÊ DERDIXE

Mihemed Şêxo 1973’yan de derbasî başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê Kurdên ên din rê saz dike. Piştrê diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe.

RADYOYA BEXDA

Li gorî çavkaniyan stranên ku yekem car ji aliyê Mihammed Şêxo ve hatine gotin ên Yûsif Berazî ne. Di sala 1972’yan de ji bo tomarkirina dengê xwe diçe radyoya Bexdayê. Li wir gelek kesên Kurd nas dike. Yên wekî Mihemed Arif, Tehsîn Taha, Îsa Berwarî, Şemal Tahir. Ji helbestvanan Sebrî Botanî û Xelef Zêbarî dinase. Ji yek meheke zêdetir li Bexdayê dimîne. Lê piştî ku dizivire Sûriyeyê nav û dengê wî bêtir belav dibe. Li Bexdayê stranên wî yên ku tomar dibin hinek ji wan ev in: Carek min dîbû gewrek, Aman dilo, Min bihîstî tu nexweşî, Azad e şîrîn.

JIYANA SIRGÛNÊ

Mihemed Şêxo jî wekî gelek hunermend û rewşenbîrên Kurd jiyenekî sirguniyê dijî. Lewra helwesta wi ya di stranên xwe de dide der ji aliyê rejan ve naye tehamulkirin. Piştî ku nav û dengê Mihemmed Şêxo ji Radyoya Bexdayê bilind dibe û dengê wî tê bihîstin, dewleta Sûriyeyê jê aciziyan dike. Dewleta Sûriyeyê Mihemed Şêxo dibin Şamê û ji wir jî dibin Beyrûdê. Jê re dibêjin tuyê neyê Sûriyeyê. Lê Şêxo wekî her Kurdewarekî li ser biryara xwe carek din dizivire Sûriyeyê û careke din berê xwe dide Bexdayê. Sala 1973’yan li Bexdayê çend stranên xwe yên din jî tomar dike. Di heman demê de diçe seredana televîzyona Kerkûk Tv û 2 stranên wî dikin wekî klîp. Yek ji wan ‘Dil kuştiyê awirên çavên te’ ye.

‘DI ZINDANÊ DINALIM EZ JI SIBÊ DE HETA ÊVARÊ‘

Mihemmed Şêxo ji ber helwesta xwe ya Kurdewar û stranên xwe di 1974’an de li Sûriyeyê ji aliyê rejî mê ve tê girtin û gelek zextan dibîne. Rejîma Sûriyeyê gelek caran li wî êşkence dikin û diavêjin zindanê. Mihemed Şêxo li hemberî hemû zextên rejîmê serî natewîne û hunera xwe didomîn e. Şêxo strana xwe ya: “Di zindanê dinalim ez ji sibê de heta êvarê.” jî wê demê dinivîsîne. Di salên 1973 û 1974’an de carna stranek di teybekê de gotiye û hatiye qeydkirin. Bes wê stranê carekê gotiye. Stranên wî yên bi ev rengî gelek in. Mihemed Şêxo bi vî rengî gelek caran tê girtin û rastî gef û êşkenceyên giran tê. Lê belê tu carî li hemberî rejîma Sûriyeyê serî natewîne û ji bo gelê xwe hunera xwe pêş dixe.

SIRGÛNÊ BAJARÊ GUNBETÊ KAWUS TÊ KIRIN

Mihemed Şêxo demekê li Kerecê dimîne. Kerec nêzî Tehranê ye. Dewleta Îranê ew ji Kerecê sirgûn dike ji bo bajarê Gunbetê Kawus. Ev bajar li qerexê Behra Hazarê(Xezar) ye. Li bakûrê Îranê ye û li wir Kurd pir kêm in. Ji Tehranê 9 saet dûr e. Li wir wekî Kurdekî Iraqê mamostetîya muzîkê dike. Di 1977’an de mamostetiya zimanê erebî dike. Li wir dizewice. Li Gunbetê Kawus kurek jê re çêdibe bi navê Bêkes. Lê ew najî. Paşê kaça wî Felekê jê re çêdibe. Ji ber wê ye jê re dibêjin ‘Bavê Felekê’. Paşê 2 kurên wî çê dibin. Îbrahîm û Birûsk. Li Îranê Mistefa Etrûşî dinase. Mistefa li Esfehanê dima. Kurdê Başûr e û helbestvan bû. Mihemed Şêxo 22 helbestên wî dike stran: Gava Ez Mirim Gelî Zindiyan, Dayê Dayê, Dilvîna Min ji helbestên Mistefa Etrûşî hinek in. Li Îranê du caran xwestin wî bikujin. Sala 1981’an bû. Dewleta Îslamî nedixwest Mihemed Şêxo li tembûrê bide. Malbata wî her gavê nobeta wî digirt da dernekeve derva û neyê kuştin. Li Îranê fêrî zimanê Farisî dibe û dîplomeya xwe digire.

14 KASET TOMAR KIR

Mihemed Şêxo li Îranê 4 kasetan tomar dike. Di nav wan kasetan de ‘Nesrîn’ û ‘Kewê xortê serê çiya’ hebûn ko nivîsarê wan Xelefê Zêbarî bû. Mihemed Şêxo heta dawiya sala 1982’yê li Îranê dimîne. Di 26’ê kanûna 1982’yan de tevî jin û zarokên xwe tê Şamê. Li Sûriyeyê di 1983’yan de kaseteke bi navê ‘Ez Bûm Firar’ derdixe. Piraniya stranan ji helbestên Yisuf Berazî bûn. Ji 1983’yan heta 1986’an her sal kasetekê tomar dike. Bi tevahî 14 kasetên wî hene. Lê car caran yeko yekûyek stranan gotîye û paşî van stranan qet negotiye. Ger mirov vana jî hesab bike, belkî li dora 20 kasetan bigîjin hev. Di 1984’an de birayê wî Baha jî pêre li kemanê dixe. Kasetek dadigre. Ev kaseta wî, bêtir ji helbestên Seydayê Tîrêj e û Bêbehar (Yisuf Berazî) hatiye dagirtin. Ev kaseta wî bêtir bi navê ‘Lê lê Ciwanê’ navdar bûye.

LI SER ZÎNDANA AMEDÊ JÎ STRABÛ

Mihemmed Şêxo li ser zîndana Amedê jî strabû. Yisuf Berazî li ser zîndana Amedê helbestek bi navê ‘Eman û eman, ez bûm warê xeman’ nivisîbû. Mihemmed Şêxo vê strana hanê jî got. Kaseta wî ya bi navê ‘Sebrê’ di sala 1985’an de hat tomarkirin. Bêtir ji helbestên Seyda Tîrêj, Bêbehar û Emerê Lalê hatîye dagirtin.

JI BER NEXWEŞIYÊ ÇÛ LI SER DILOVANIYA XWE

Mihemed Şêxo li bajarê Qamişloyê di nava rewşeke dijwar û xizaniyê de êdî nema dikaribû li ber nexweşiyê li ber xwe bide. Wî radikin nexweşxaneyê jî lê êdî hêviya jiyana wî namîne. Şêxo carek din tînin mala wî û di 9’ê Adara 1989’an de hunermedê navdar diçe ser dilovaniya xwe. Di heman rojê de cenazeyê Mihemmed Şêxo, ji aliyê bi deh hezaran Kurd û Kurdistaniyan ve li goristana Hilêliyê dispêrine axê.