Roja Zimanê Dayikê li Mexmûrê bi meşekê hate pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî xwendevan û mamostayan Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi meşek girseyî pîroz kirin.

Bi pêşengiya Qada Perwerdeyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî, xwendevan û memostayên Mexmûrê bi meşekê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî pîroz kirin. Meş li ber dibistana Navîn a Şehîd Jiyan destpê kir û heta Navenda Çand û Huner a Mexmûrê dewam kir.

Di meşê de bênavbera dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana gelê me’, ‘Bê ziman jiyan nabe’ û ‘Bijî Rêber Apo’ hatin bilind kirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilind kirin.

Piştî xwendevan û mamosta gihiştin ber derê Navenda Çand û Hunerê, deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehidên Tevgera Azadiyê Kurdistanê hat girtin. Piştre daxuyaniyek ji aliyê Qeder Apaydin ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

“Dema biryara tinekirina zimanan û netewan dihat armanckirin, li Pakistanê gelê Bangladeşî 21’ê Sibata 1952’an hember têgeha înkarker tevgerek ya ziman dan destpêkirin. Girêdayî vê tevgerê xwendevanên tenduristiyê yên zanîngeha Dakka bi meşê dest bi serhildanê kirin. Polîsên Pakîstanê gule li wan reşandin, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Tevî vê jî gelê Bangladeşê dev ji zimanê xwe berneda, çalakiyên xwe xurtir kirin. Dewleta Pakîstanê neçar kirin ku zimanê Bangall weke zimanê fermî bipejirînin. Di berdewamiya vê berxwedanê de gelê Bangledeşê di sala 1971’an serxwebûna xwe ragihand.

Di sala 1998’an de Refîqul Îslamê Bangladeşî yê ku li Kanada jiyan dikir, nameyek ji sekreterya NY Kofî Annan re şand û xwest ku ev roj bibe roja zimanê cîhanê. Ev daxwaza wan di 17’ê Sibata 1999’an de ji aliyê UNESCO ve hat pejirandin û roja 21’ê Sibatê bû roja zimanê cîhanê.

Ji bo em bikarin bişaftina li ser zimanê Kurdî bidin rawestandin, divê em gelê Bangledeşê ji xwe re bikin mînak û weke qada perwerdê, çalakiyên xwe yên li hember dagirkeriya Tirk zêde bikin û ji bo gel bibin pêşeng.

Ger bala we kêşa be, di 15’ê Sibatê de parêzvanê ziman ango Rêber Apo bi komployek bê exlaqî hat girtin û radestî Tirkiyê hat kirin. Em dibînin ku tişta pêwîst ji aliyê NY ve nayê kirin, qirkirina çand û ziman bê navber didome. Li gorî daneyên fermî niha tenê li Tirkiyeyê 18 ziman li ber tûnebûnê ne. Zaravayê zimanê Kurdî jî yek ji wan zimanan e.

Tê xwestin em di hemû qadên jiyanê de zimanê xwe bikaribin bê tirs li hember neyaran rabin. Divê em bizanin, ger em jî berxwedanekî weke ya gelên Begladeş nekin, zilma dagirkeran a li ser gelê me wê neyê rawestandin. Divê em bibin yek û xwe bihêz bikin. Parastina ziman, parastina çand, parastina netew, parastina rumetê ye. Tinebûna ziman, tinebûna netewê ye. Em weke qada perwerdê dagirkeriya Tirk û hemû bişaftinên li ser zimanê dayîkê şermezar dikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana gelê me’, ‘Bê ziman jiyan nabe’ û ‘Bijî Rêber Apo’ bidawî bû.