Danasîna pirtûkên li ser êşa Êzidiyan li Îtalyayê hat kirin

Li Îtalyayê, danasîna du pirtûkên li ser êşa Êzidiyan hat kirin.

Danasîna pirtûka ‘’La Montagna Sola’’ (Çiya Bi Tenê ye) ku Mîchele Rech, nivîskar Chîara û Berîtan nivîsiye û xêzeromana bi navê ‘’Şengale Kadar Uyuma’’ (Heta Bi Şengalê Ranezê) hat kirin.

Di bernameya dannasîna pirtûkan de, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û banga tevlêbûna meşa girseyî ku wê 11’ê Sibatê li Romayê bê lidarxistin, hat kirin.

Komeke ji sendîkayên cur ci bur, rojnamevan, rewşenbîr û ji karîkaturîstekî pêkhatî, 26’ê Gulana 2021’ê, bi pêşengiya Komeleya Ber Bi Kurdistanê Ve (Verso il Kurdistan) serdana li Wargeha Mexmûrê û Şengalê kir. Ketina wargehê hat astengkirin. 

Bi tenê şandeyeke ji du kesan pêkhatî karî alîkariya tibî ku bir wargeha Mexmûrê, pêşkêş bike. Ketina Şengalê jî bi çar rojan hate astengkirin, lê dawiya dawîn şande karî bikeve nava Şengalê. Piştî serdanê li gelek deran danasîna pirtûkan hat kirin.