Festîvala Çand û Hunerê ya 8'emîn a Jinê tê lidarxistin

Festîvala Çand û Hunerê ya Jinê ya 8'emîn îsal bi dirûşma 'Em ê bi çanda Jin, Jiyan, Azadî Şoreşa Hunerê Bihûnin' di 1-2'ê Adarê de li Qamişloyê tê lidarxistin.

Bi Şoreşa Rojava re giranî ji festîvalan re jî hate dayin ku çanda gelan nîşan didin. Festîvala Çand û Hunerê ya Jinê jî festîvaleke ku keda destan û hunera jinê radixe pêş çavan. Bi pêşengiya Desteya Çandê ya Herêman Cizîrê û bi piştgiriya komîteyên çand û hunerê pêk tê, ku îsal bi nêzîkbûna 8'ê Adarê re tê lidarxistin. Festîvala ku wê 2 rojan dewam bike, zêdeyî 2 meh in amadekarî jê re tê kirin.

Ji bo festîvalê, ku wê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê bê lidarxistin, dirûşma 'Bi çanda Jin, Jiyan, Azadî em ê Şoreşa Hunerê Bihûnin' hatiye destnîşankirin. Festîvala ku wê bibe deng û keda jinê, bi beşdariya jinên di ser 18 salî re wê pêk were. Berhemên ku wê werin nîşandan divê bi Kurdî, Erebî û Suryanî bin. Ji ber erdheja ku 6'ê Sibatê rû da, di bernameya festîvalê de guhertin hate kirin. Lewma wê govend, muzîk û çalakiyên mîna wan ên hunerî nebin.

Di Festîvala Çand û Hunerê ya Jinê de wê berhemên ji çîrok, helbest û gotaran bêne nîşandan. Her beşdarek wê karibe bi berhemekê tevlî bibin. Berhemên wan jî divê li cihekî din nehatibe weşandin, nehatibe wergerandin. Di festîvalê de ku wê hunera destan jî bê nîşandan, tablo û hunera bi keda destan a jinan wê pêşkêşî gel bêne kirin. Serlêdanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji Başûrê Kurdistanê hatin kirin, di 24'ê Sibatê de bi dawî bûn.

ARMANCA ME EW E KU PIŞTGIRIYÊ BIDIN JINAN

Ji Dîwana Wêjeyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Botan Hoşê li ser festîvalê agahî da û got, "Em ber bi festîvala 8'emîn ve diçin. Li gorî sala derbasbûyî îsal amadekariyên hîn berfireh hatin kirin. Serlêdanên ji bo festîvalê li gorî her salê baştir bû. Armanca me ya esasî ew e ku piştgiriyê bidin jinan. Em fikirîn bê çawa dikarin ji aliyê madî û manewî ve piştgiriyê bidin jinan. Yek ji armancên me ew e ku jin ji aliyê wêjeyî û hunerî ve bi pêş ve biçin. Erdhej, lehengiya YPJ'ê û Şoreşa Rojava bi tabloyan hatin vegotin. Wê jinan pêşkêşî gel bêne kirin û piştî du rojan jî wê xelat bêne dayin. Du rojan wê çîrok, gotar û helbest bêne xwendin. Piştre jî wê li fîlmê 'Berbû' bê temaşekirin. Hunerên destan wê heta danekî bêne nîşandan. Wê bêne firotin. Di pêşbirkê de jinên ku bûne yekemîn, duyemîn û sêyemîn wê xelatê werbigirin."

Botan Hoşê ragihand ku festîval di encama keda jinê û Şoreşa Rojava de pêk tê û got, "Hunera nivîsandinê ya jinan timî li pêş e. Bi taybetmendiyên xwe yên hestewarî jin ji aliyê hûnandina hestan ve her li pêş e. Jin wê li hev kom bibin û şoreşa hunerê bihûnin."