ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
Klîba nû ya Bermal Çem ‘Henasa Şoreşê’ derket
Bermal Çem, bi boneya salvegera 11’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, klîbeke bi navê “Henaseya Şoreşê” derxist. -
‘Zarokên awirroj’ derket
Pirtûka bi navê “Zarokên awirroj” (Bila neyên jibîrkirin-II) ku ji aliyê rojnameya Newaya Jin ve ji bo çapê hatibû amadekirin, ji Weşanên Meymanê derket. -
HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HDP’ê bi daxuyaniyekê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî û got: “Celadet Elî Bedirxan bi xebata xwe di dilê gelê xwe de dijî û ew heta hetayê şarezayê gelê xwe ye.” -
‘Sîstema qeyûm dixwaze çanda Kurdan tune bike’
Rêxistinên çanda Kurd TEV-ÇAND a Bakur û Kevana Zêrîn diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi sîstema qeyûmê çanda Kurdan bi destê Kurdan bide tunekirin. -
Pirtûka li ser Ellen Stêrk li Swîsreyê gihîşt ber destê xwîneran
Pirtûka "Verändern wollte ich eine Menge“ (Min xwest gelek tiştan biguherînim) ya li ser jiyana Ellen Stêrk a ku di sala 2016’an de ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, li Swîsreyê gihişt ber destê xwîneran. -
Mîlan Kûndera jiyana xwe ji dest da
Yek ji nîvîskarên herî navdar ên cîhanê Mîlan Kûndera di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. -
Banga tevlêbûna Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî hat kirin
Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî wê 8’ê Cotmehê çêbibe. Komîteya Amadekar, daxwaz ji beşdaran kir ku berhemên xwe ji bo pêşbirkê bişînin. -
Li Wînterthûrê Mihrîcana zarokan bi coş bi dawî bû
Li bajarê Wînterthûr ê Swîsreyê li qada Qûartîervereîn Gûtshîck mihîrcana zarokan hat lidarxistin. Di mihrîcanê de gelek pêşbirk hatin kirin û ji bo zarokên beşdarî kursa zimanê Kurdî bûne, sertfîka hatin dayîn. -
Komên govendê yên bakurê Elmanyayê li hev civiyan
Komên govendê yên bajarên bakurê Elmanyayê li Bremenê li hev civiyan. -
Ji şehîd Nûrî Yekta helbesta ‘Ez Helmet im’
Gerîla TV’yê helbesta ku Endamê Fermandariya Eyaleta Metînayê Nûrî Yekta yê ku di Hezîrana 2022’an de şehîd bûbû ji bo bîranîna Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) nivîsandibû, weşand. -
Ji bo festîvala zarokan banga tevlîbûnê
Li bajarê Wîntherthûr ê Swîsreyê 2'ê Tîrmehê wê festîvala zarokan bê lidarxistin. Festîvala ku cara yekê pêk tê, bi her awayî wê bi înîsiyatîf û biryara zarokan bê lidarxistin. -
Di Festîvala Sakîne Cansiz de bi hezaran kes hatin cem hev
Di 10’emîn Festîvala Sakîne Cansiz de ku peyamên berxwedanê hatin dayîn, hate gotin, "Têkoşîna bi rûmet a jinan serketinê heq dike." -
Xwedawenda Çiyayê Sosinan derket
Xwedawenda Çiyayê Sosinan, Zîlan (Zilan Sosin Dağı’nın Tanrıçası) ku Şîlan Mûnzûr nivîsiye û ji rojnameya Newaya Jin ji bo çapê amade kiriye, ji Weşanên Meymanê derket. Pirtûk, romaneke dîrokî ye. -
Li Kerkûkê konferansa Kurd û Wêjeya Kurdî hate lidarxistin
Têkildarî Kurd û Wêjeya Kurdî konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de hat gotin, berê herêma Kerkûkê paytexta Wêjeya Kurdî bû. -
Viyana cara çaran bû bajarê herî baş ê cîhanê
Li gor lêkolînekê, pênc sal in ku cara çaran e Viyana dibe bajarê herî baş ê cîhanê. -
Ji bo bîranîna Delîl Cûdiyan helbesta bi navê ‘Du Delîl’
Ji bo bîranîna du şehîdên bi nasnav Delîl Cûdî ku ji Hesekê heta Nisêbînê bi lehengiyên xwe dihatin naskirin, klîbeke helbestê hat amadekirin. -
'Me ne şano, ne jî Amed terikand'
Şanoger Ozcan Ateş got: “Me xwest li vir bimînin û hunera xwe bi ziman, pîvan û prensîbên xwe bidin domandin.” -
Xakpûr: Wêjeya Kurd dewlemend e
Nivîskara Rojhilatî Sayîme Xakpûr anî ziman ku wêjeya Kurd yek ji wêjeyên herî dewlemend ên cîhanê ye got, "Lê belê wêjeya Kurd bi salan e tecrîdkirî ye û piraniya Kurdan haya xwe ji vê xezîneyê nîne." -
Kurdên li Awûstûryayê li kuçeyan mihrîcan li dar xist
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, li Ternîtza Awûstûryayê li kuçeyan mihrîcan li dar xist. -
Li Berlînê pêşengeha ‘Serdan’ hat vekirin
Li Berlînê pêşengeha ‘Serdan’ ê Casper Ermertê hat vekirin. Dahata pêşengê wê ji Heyva Sor a Kurdistanê re were bexşandin. -
Kevneşopî û çand li ber hûtên serdema nû li ber xwe dide
Çand û berhemên kevneşopî yên Kurdî tevî pêşketina teknîk û serdema nû hê jî heybetiya xwe diparêzin û bûne yek ji berhemên ku bala mirovan bikişîne ser xwe. -
Malbata dengbêj Baso nerazîbûn nîşanî TRT Kurdî da
Hunermendê Kurd Dilovan anî ziman ku TRT Kurdî bêyî destûrê ji wan werbigire li ser bavê wî Reşîdê Baso bername çêkiriye û tê de heqaret li dîroka gelê Kurd-Êzidî kiriye. -
Festîvala Roja Hunerê li Kerkûkê ji bo zarokan hat lidarxistin
Bi wesîleya Roja Cîhanî ya Zarokan li bajarê Kerkûkê festîvaleke hunerî hat lidarxistin. -
NÇM’ê dengbêj Şakiro bi bîr anî
NÇM'ê di 27'emîn salvegera koça wî de Dengbêj Şakirê bi bîr anî. -
'Tembûra Rojhilatî, Şakiro yê Bakurî...'
Şevbêrkê Kurdên li St. Gallenê li hev kom kir. Hunermendên ji Rojhilat û Bakurê Kurdistanê beşdarî Şevbêrkê bûn û bi stranên xwe kesayetên navdar ên dîroka Kurdistanê bi bîr anîn.