Li Atînayê ji bo piştgiriya bi mexdûrên erdhejê fîlm hat nîşandan

Li Atînayê ji bo hevgirtina bi mexdûrên erdhejê fîlmê Kobanê hat nîşandan.

Kampanyaya alîkariyê ya ku ji aliyê Navenda Çanda Kurd ve ji bo erdhejê hatibû destpêkirin, didome.  

Gelê Kurd broşurên Heyva Sor li navendên cuda yên bajêr belav dikin, bi çalakiyên curbecur vê kampanyayê didomînin.

Di vê çarçoveyê de bi beşdariya gelek saziyan fîlmê Kobanê hat pêşandan.

Gelek kes tevlî pêşandana Sînema Studio Hunerê bûn.

Di axaftinên beriya nîşandana pêşandanê de hat destnîşankirin ku wê alîkariya saziyên dewleta Tirk negihêje mexdûrên erdhejê û hat xwestin ku bi taybetî jî kampanyaya Heyva Sor piştgiriyê bidin kampanyayên alternatîf.

Di axaftinan de her wiha bal hat kişandin ser berxwedana Kobanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd.