Pêşbirka wêneyan a 'Bi çavên te welat' destpê kir

Pêşbirka wêneyan a “Bi çavên te welat” a jinên ciwan ên Kurd ên li Ewropayê destpê kir. Di pêşbirkê de wê kolaj û wêneyên li ser evîn û dilsoziya welat bên qebûlkirin.

Pêşbirka fermî ya bi navê “Bi çavên te welat” li Ewropayê hat destpêkirin. Komek jinên ciwan ên Kurd pêşengiya pêşbirkê dikin.

Kolaj û wêneyên li ser evîn û dilsoziya welat dikarin ji navnîşana fermî ya E-Mail (mailto:[email protected]) ya pêşbirkê re bên şandin, an jî ji rûpela Instagram (bicavente_welat) re werin şandin.

Dûv re, wêneyê serketî yê ji her şaxê dê ji hêla juriyê ve were hilbijartin. Di meha Nîsanê de wê hemû berhem di pêşangeheke wêneyan de bên pêşandan.

Wênesazên Kurd Asli Fîlîz, Bêrîvan Dogan û wênesaza Efgan Leîla Moussa di juriyê de cih digirin.

Ji bo beşdarbûna pêşbirkê divê versyona dîjîtal a wêneyê, navê wêneyê û agahiyên kesê ku berhem afirandiye were şandin.

Komîteya Amadekar ev daxuyanî da:

“Huner rê li ber cîhaneke nû vedike, ber bi cîhana hest û cîhana ramanê ve dibe. Cîhana hestiyar a jinê xwedî kûrahiyeke bêhempa ye. Her kes hestên xwe bi awayekî cuda îfade dike. Di vê dema ku em têde dijîn de dengê jinên Kurdistanê dide bihîstin û belav dike. Jina Kurd di warê leşkerî û çandî, ziman û hunerî de parêzvanê Kurdistanê ye! Lê hêj jî Kurdistan çar parçe ye û di bin îstîsmar û dagirkeriyê de ye. Ji ber vê yekê girîngtir e ku em hestên xwe yên li hember Kurdistanê ragihînin û ev jî nîşana hêza girîng e. Îfadekirina dilsoziya bi welat re jî çalakiyek e.”