Ji bo bîranîna şehîdên li Zap, Metîna û Avaşînê klîba 'Kuro Jahro'

Ji bo bîranîna gerîlayên azadiyê yên Kuridstanê ku li Zap, Metîna û Avaşînê şehîd bûn, klîbek bi navê "Kuro Jahro" hate amadekirin.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ku di 14'ê Nîsana 2022'an de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, gerîlayên HPG û YJA Starê bi rengekî dîrokî li ber xwe dan. Ev lehengiya gerîlayan bi navê 'Kuro Jahro' bi klîbekê hate nîşandan.

Klîb ji aliyê Navenda Çandê ya Bêstûn ve hate amadekirin ku cih da dîmenên hêzên gerîla yên li nava tunelên şer. Di stranê de jî qala êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qada Kuro Jahro û berxwedana gerîla hate kirin.