Yilmaz Guney wê li Stenbolê bê bîranîn

Yilmaz Guney wê di roja jidayîkbûna xwe de li Stenbolê were bîranîn.

Hunermend Yilmaz Guney di 86’emîn salvegera jidayikbûna xwe de wê di 2’yê Nîsanê de li Stenbolê bi merasîmeke ji aliyê kovara Guney ve bê bibîranîn.

Di merasîmê de wê Midûrê Weşana Giştî yê Kovara Guney Tuncay Ozkaradenîz, Fatoş Guney, Nivîskar Temel Demîrer û ji rojnameya Agosê Pakrat Estukyan biaxivin.

Hunermend Devrîm Kavallî û Bariş jî wê derkevin ser dikê.

Di merasîma bîranînê de wê belgefîlma li ser Yilmaz Guney jî bê nîşandan.

Ji kovara Guney Burcu Ozkaradenîz û rojnamevan û nivîskar Halîl Yenî wê çalakiya bîranînê pêşkêş bikin.

Agahiyên der barê merasîma bîranînê de wiha ne:

"2’ê Nîsana 2023’yan Yekşem

Saet 14.00

Navenda Çandê ya Bajar ê Cemîl Candaş.”