Li Hewramanê Cejna Pîr Şalyar hate pîrozkirin

Îsal jî di Çarşema pêşîn a meha Sibatê de Hewraman di serî de li hinek herêmên Rojhilatê Kurdistanê Cejna Pîr Şalyar hate pîrozkirin.

Cejna Pîr Şalyar ji Zerdeştiyê tê û koka wê digihîje beriya hezaran salan. Ev cejn salê du caran tê pîrozkirin. Dema ku sotik dikeve av û axê ev cejn tê pîrozkirin.

Îsal jî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, Cejna Pîrşalyar bi şahiyan hat pîrozkirin. 

Cejna Pîrşalyar li Rojhilatê Kurdistanê di Çarşema pêşîn a meha Sibatê de tê pîrozkirin û 3 rojan didome. Ev cejn li ser navê Pîr Şalyar ê ku ji 99 pîrên nav û deng ên Zerdeştiyan e.

Di şahiyên cejnê yên duh de gelek kesan li ser berfê govend girtin. Jin bi kincên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiyan bûn. Ji ber rewşa heyî ya li Îranê û Rojhilat, pîrozbahî bi rengê şermezarkirinê domiya. Jinan di pîrozbahiyan de ji bo şermezarkirina hicaba bi darê zorê, serê xwe vekirin.

Cejna Pîrşalyar a li Hewremanê dest pê kir; li Sine, Kirmanşah, Merîwan, Pawe, Ciwanro, Bane, Seqiz, Tehran û bajarên li bakurê Îranê, her wiha li bajarên Herêma Kurdistanê Silêmanî, Hewlêr û Kelarê jî hat pîrozkirin û gelek kesan berê xwe dan Hewremanê.

Di cejnê de derwêşên Hewremanî, rêûresmên Cejna Pîr Şalyar pêşkêş kirin. Sema hat gerandin, zikir hatin kirin.