Li Qamişloyê Mîhrîcana Wêje û Hunerê ya jinan hate lidarxistin

Mîhrîcana 8′emîn a Wêje û Hunera Jinê ku wêne, wêje, şano, sînema û bernameyên çandî hate pêşandan, rastî eleqeyeke mezin hat.

Li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê bi sponsorbûna Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û bi beşdariya xurt a jinan mîhrîcan hate lidarxistin. Mîhrîcan wê du rojan dewam bike.

Di mîhrîcanê de 100 jin bi berhemên xwe yên wêjeyî û hunerî beşdar bûn. Mîhrîcan dabeşî 3 beşdan dibe; beşa destekdarî û mîrasê, beşa hunera şêwekariyê û tabloyan, beşa wêje, şano û sînemayê û di vê beşê de helbest û çîrok tên xwendin, şano û fîlm tên pêşandan.

Di roja yekemîn de Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi pêşandana hunerê ji hêla Koma Serdem a Hunerî ve dest pê kir. Dûre Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Ahîn Siwêd behsa girîngiya mîhrîcanê ji bo jinan kir û wiha got: "Di mîhrîcana 8′emîn de asta afrînerî, dayîn û serkeftina jinan di tevahî aliyan de nîşan dide. Tê de berhemên wêjeyî û hunerî tên pêşkêşkirin."

Ahîn da zanîn ku têkoşîna jinan bi gelek astengiran re rû bi rû ye û wiha domand: "Bi hevgirtin û yekîtiyê re em ê hemû astengiyan têk bibin, bigihîn azadiya xwe û mafên xwe bi dest bixin."

Endama komîteya rêxistinî ya mîhrîcanê, Botan Hoşî diyar kir ku wç di mîhrîcanê de tevahî huner û wêjeyên nûnertiya jin û rastiya wan dikin hebin û wiha got: "Wê mîhrîcan bi rengên biharê bên rengînkirin û bi daxmaya jinê be. Lê ji ber mexdûrên erdhejê me biryar da ku di mîhîrcanê de stran û dîlan tune bin."

Di roja yekemîn a mîhrîcanê de pêşwaziyeke mezin ji hêla jinan ve hebû û şanoyek bi sernavê "jin, jiyan" ya koma şanoyê ya jinên Darsîn hate pêşandan. Her wiha helbest û kurteçîrokên bi zimanên Erebî û Kurdî ji hêla gelek helbestvanan ve hatin xwendin û fîlma bi nave Berbû hate pêşandan.

Di dawiyê de wê navendên hunerî yên serkeftî werin ragihandin û xelat li wan werin belavkirin.