'Qirkirina ziman qirkirina fîzîkî ye'

Yek ji mamosteyên Wargeha Mexmûrê Mele Şirîn Çetîn diyar kir ku ji bo parastina rûmet, çand û dîroka neteweyekê divê dest li ziman neyê berdan û got: “Li gor daneyên fermî, li Tirkiyeyê ne tenê zimanê Kurdî 18 ziman li ber qirkirinê ne."

Gelê Kurd 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî weke roja xwedî derketina li zimanê dayikê pîroz dike. Zimanê gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye qedexekirin û li dijî vê yekê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê têkoşînek bêhempa hat meşandin. Bi saya vê têkoşînê gelê Kurd niha li her devera cîhanê li dijî van polîtîkayên bişaftinê yên dewleta Tirk têkoşînê dimeşîne û zimanê Kurdî li tevahî cîhanê dide nasîn. Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî van polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker serî hildaye û neçar maye ku penaber bibe. Niha li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi perwerdeya zimanê Kurdî, xelkê Mexmûrê xwedî li zimanê xwe derdikeve. Her wiha yek ji mamosteyên Wargeha Mexmûrê Mele Şirîn Çetîn ku perwerdeya Zimanê Kurdî dide, ji ANF’ê re axivî.

‘JI BO PARASTINA RÛMET, DÎROK Û ÇANDA NETEWEYEKÊ DIVÊ DEST JI ZIMAN NEYÊ BERDAN’

Mamoste Mele Şirîn Çetîn diyar kir ku taybetmendiyên hemû dagirkeran ew e ku dema dixwazin neteweyekê tune bikin, destpêkê zimanê wê neteweyê dikin armanc û wiha got: “Ji ber ku heta neteweyek zimanê wê têk neçe, têkbirina wê netewê bi xwe ne pêkan e. Ji ber ku dema ziman têk çû, wê çand jî têk biçe. Dema çand têk çû, wê kesayetek jî têk biçe. Wê demê eger bi fîzîkî bimîne jî, êdî weke ku ne ji netewa xwe ye. Mînak, eger Kurdek çanda wî/ê mîna ya Tirk lêhat, zimanê wî/ê bû Tirkî, ji rastiya xwe derdikeve. Êdî dema mirov ket vê rewşê, êdî hebûna wî ji bo dijmin xeter nîne. Êdî ew kes dikeve rewşek a xulamê dagirkeran. Ji ber wê yekê hemû dagirker destpêkê tunekirina ziman dikin armanc. Hemû kesên berxwedêr jî parastina zimanê xwe dikin armanc. Tu netewe bêyî ziman nikare bijî. Ji bo parastina rûmet, dîrok û çanda netewekê tişta ku divê dest jê neyê berdan ziman e."

EW KESÊN MÎMARÊ ÇANDA PIRZIMANIYÊ DÎL DIGIRIN, DI HEMAN DEMÊ DE VÊ ROJÊ WEK ROJA CÎHANÎ YA ZIMAN DIPEJIRÎNIN!

Mamoste Mele Şîrîn Çetîn di dewama axaftina xwe de, wiha got: “Dema Neteweyên Yekbûyî roja 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê ya Dayikê ya Cîhanî dipejirînin jî, qaşo armanc xwedî derketin û parastina çanda pirzimaniyê ye. Lê balkêş e ku beriya du rojan ku vê rojê bipejirînin, mîmarê parastina çand û zimanan a bi hevre jiyîna mirovan Rêber Apo, bi hevkariyek pir qirêj tê dîlgirtin. Ango kesek nafikire, gelo ew kesên mîmarê çanda pirzimaniyê dîl digirin, çawa dikarin vê rojê weke Roja Ziman a Cîhanî bipejirînin?

Qedexeya li ser zimanê gelê Kurd, qirkirina li ser gelê Kurd e. Cîhan ji bo bazirganî û danûstandinên xwe yên bi Tirkiyeyê re baş bikin, çavê xwe ji zilma li ser gelê Kurd re digirin. Li gor daneyên fermî, li Tirkiyeyê ne tenê zimanê Kurdî 18 ziman bi qirkirinê re rû bi rû ne. Hinek ji van nemane, hinek jî li ber qirkirinê ne. Mînak yek ji van zaravayê Zazakî ye û kesek jî li hemberî vê yekê nerazîbûnekê nîşan nade. Ji ber ku cîhan êdî teslîmî berjewendiyan bûye, êdî rûmetê zêde girîng nabînin. Taybetmendiya ku mirovan ji tebayan cuda dike, ziman e. Dewlet dema zimanê te qedexe kir, ew tê wateyê ku êdî te weke mirov nabîne. Lewma divê hemû Kurd di vî alî de pir hişyar bin. Divê qirkirina ziman qirkirina xwe ya fîzîkî bibîne û li dijî wê li ber xwe bide. Gelê Bangledeşî çawa li berxwe da, divê gelê Kurd fêrî vê berxwedanê bibe. Eger gelê Kurd vê yekê neke, wê dijmin bigihîje armanca xwe.” 

’24 SAL IN LI TI DEVERA CÎHANÊ PÊŞÎ LI ZORDARAN NEHATIYE GIRTIN’

Mamoste Mele Şirîn Çetîn destnîşan kir ku ev 24 sal in, li ti dera cîhanê pêşî li zordaran nehatiye girtin û wiha pêde çû: “Ewên ku ev roj weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî pejirandin, dema ku dewleta Tirk Efrînê wêran dike, li şûna dibistanên Kurdî dibistanên Tirkî datîne û alên xwe li wir didaliqîne, dengê xwe li hemberî vê yekê dernaxînin. Dema dewleta Tirk navê Ehmedê Xanê û Melayê Cizîrî li ser cihan dibîne û jê dibe û heykelên wan ên ku gel bi keda destê xwe afirandî xira dike, kes dengê xwe dernaxîne. Ev yek ji bo hemû cîhanê bê rûmetiyek e. Yanî tu biryarekê digirî ku ev roj weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bê pejirandin û tu dibêjî ez çanda pirzimaniyê diparêzim. Lê 70 milyon Kurd di aliyê ziman de rû bi rûyê polîtîkayên tunekirinê dimînin, tu dengê xwe dernaxî. Çawa ku sala 1971’an gelê Bangladeşî xwe azad kirin, lê sala 1999’an 21’ê Sibatê weke roja zimanê cîhanê hatiye pejirandin. Ew li bendê ne ku gelê Kurd nîvî were qirkirin, ji nû ve bêjin; em zimanê Kurdî nas dikin. Ev ne tenê durûtiyek e, ev hevkarî ye. Hevkariya dagirkerên ku li biryarên xwe xwedî derneketine. Madem ku saziyên mafên mirovan yan jî Neteweyên Yekbûyî pirzimaniyê diparêzin, gelo we li dijî çend dewletên ku bişaftinê li ser zimanan pêk tînin, biryara cezakirinê daye?”