Çîroka ‘Li Mêrdînê li Bagokê’

Hozan Dilgeş ê 6 sal berê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, bi strana 'Li Merdînê li Bagokê' bû dengê şiyarbûna li Kurdistanê ku tê de berxwedana gerîla ya li çiyayê Bagokê vegot.

Komek gerîlayên Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) di 1'ê Nîsana 1988'an de li çiyayê Bagokê yê li Sêgoşeya Nisêbîn, Mîdyad û Hezexê, di dorpêçiya nêzî 10 hezar leşkerên Tirk de berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Di şerê çekdarî yê di sala 1984’an de dest pê kir de, di berxwedana Bagokê de ku weke şerê herî dijwar di dîrokê de cih girt, 20 gerîla şehîd bûn.

Di şerê 2 rojan de, tevî kêmbûna derfetên di destê wan de gerîlayan li helîkoptereke artêşa Tirk xistin, bi dehan leşkerên Tirk hatin kuştin. Şerê Bagokê piştî Pêngava 15’ê Tebaxê ya sala 1984’an, di bihara 1988’an de rûpelek nû di têkoşîna dijwar a gerîla de vekir. Şehadeta 20 gerîlayan a bi berxwedanek lehengî pêk hat, hem bandorek kûr li gelê Kurd kir û hem jî kir ku li dora gerîla zêdetir bibin yek.

Hunermendê Kurd Hozan Dilgeş ku Elmanya dijiya û bi riyê radyo û rojnameyan agahiya şehadeta gerîlayên ku li Bagokê li ber xwe dane girt, dilê wî şewitî. Hozan Dilgeş ku çend rojan nikarîbû Bagokê ji hiş û dilê xwe derxîne, dixe mejiya xwe ku divê şerê 1'ê Nîsana 1988'an ku di dîroka nêz a Kurdistanê de ye, neyê jibîrkirin.

Piştî salan Hozan Dilgeş di hevpeyvîna xwe ya bi Stêrk TV re wiha behsa rewşa wan rojan dike: “Bi balafir, helîkopter û çekên giran êrîşî hevrêyên me gerîla kirine, 20 ji wan hevrêyan şehîd bûn. Pevçûnek mezin çêbû, ji bo wan hevrêyan ez gelek xemgîn bûm. Ji bilî vê, ew der bajarê min û herêma min bû. Min ji xwe re got divê ez li ser vê berxwedanê û van hevrêyan helbestekê binivîsim, divê ez bibim dengê wan.”

HEVOKÊN KU LI SER KAXIZAN HATÎ NIVÎSANDIN

Sibehekê, ji dilê Hozan Dilgeş ew peyvên ku dê Bagokê ji bîr nekin, di nav rûpelên defterekî de wiha têne nivîsandin: “Li Mêrdînê li Bagokê/ Xwîn herikî weke cihokê/ Şer dewam kir Şev û rokî/ Şer dewam kir Şev û rokî/ Bijî bijî şerê me li Bagokê / Bijî şerê me li Bagokê/ Çiyayê Bagokê bi dar e/ Leşker lê girt bi hezara/ Çiyayê Bagokê bi dar e/ Leşker lê girt bi hezara/ Li wir bûbû axir dewra/ Li wir bûbû axir dewra / Li ser serê çend hevala/ Li ser serê çend hevala…”

Hozan Dilgeş ku qala çiyayê Bagokê dike, dorpêça artêşa Tirk, fermandarê şer Delîl (Velî Yaşar) û Ayten Tekîn (Rojbîn) ku yekane gerîlaya jin e ku di berxwedanê de şehîd bûbû, di helbesta xwe de helbestên ku nivîsandî û straneke bi navê ''Çiyayê Bagokê'' (Bagokê) amade kir. Di heman salê de dema saziya hunera Kurdî ya wê demê HUNERKOM'ê kasêta ku li ser navê strana "Çiyayê Bagokê" ku bi deng û saza Hozan Dilgeş deng veda, di demek kurt de gihişt milyonan û veguherî awazekê ku gelê Kurd ji bo berxwedanê motîve dike.

ÇÎROKA KU JI FISQÎNÊ HETA ELMANYAYÊ DIRÊJ DIBE

Hozan Dilgeş di sala 1952’an de li gundê Fisqînê yê navçeya Nisêbîn a Merdînê di malbateke Êzidî de hatiye dinê. Yekane çavkaniya debara malbata Hozan Dilgeş, ku zivistanan li şikeftên li ser girê Fisqînê dijiyan û havînan li mala xwe ya li gund derbas dikirin, xwedîkirina heywanan bû. Hozan Dilgeş jî mîna hemû zarokên gund dest bi şivantiyê kir. Dîsa wek gelek zarokên Fisqînê neçû dibistanên dewleta Tirk û bi keda xwe hînî xwendin, nivîsandin û Tirkî bû.

Malbata Hozan Dilgeş pîrê Êzidî bû û ji ber vê yekê saz di malbata wî de cihekî girîng girtibû. Di hevpeyvînekê xwe de digot, “Min çavên xwe bi sazê vekir. Saz her tim li dîwarê mala me daleqandî bûn. Di salên ewil ên zarokatiya min de, min jî saz kir destê xwe û pê re mijûl bûm.” Hozan Dilgeş di 13 saliya xwe de ji bavê xwe fêrî lêxistina sazê bû.

Hozan Dilgeş ku di nîveka duyemîn a salên 1970'yî de cara yekem li Nisêbînê derket ser dikê, di sala 1978'an de ji ber zextên dewleta Tirk piştî derxistina kasêta xwe ya yekem ji Kurdistanê derket û çû Elmanyayê. Gelê Kurd yekem car bi strana “Çûş Çûş Xumeynî” ku di albûma xwe ya duyemîn de di sala 1979’an de gotiye, wî nas dike. Hozan Dilgeş li hember qetlîamên rejîma Xumeynî yên li Rojhilatê Kurdistanê bi awayê herî radîkal bi vê stranê bala Kurdan kişand.

NASÎNA WÎ YA BI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ RE…

Hozan Dilgeş di sala 1982’an de piştî berxwedana zindanên Amedê têkiliya xwe bi tevgera PKK’ê re ava kir. Hozan Dilgeş ku ji berxwedana zindanê ya qadroyên pêşeng û sempatîzanên PKK'ê gelekî bandor bû, berxwedana Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş û Mazlûm Dogan di stran û besteyên xwe de nivîsand. Hozan Dilgeş ku di sala 1983'an de beşdarî xebatên Komeleya Hunermendên Welatparêzên Kurdistanê HUNERKOM bû û ji wê demê heta niha hemû albûmên xwe gihand bi milyonan, di salên 1980 û 1990'an de bû dengê şoreş, gerîla û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê.

Taybetmendiya herî girîng a ku Hozan Dilgeş ê ku mohra xwe li her serdemê hiştiye bi gelek awazên ku stirane, ji gelek dengên din cuda dike; Her çend gotinên wî bi piranî li ser êş û trajediyan bin jî, kesên ku wî dibihîzin kelecanî dibin, dil germ dibin û ruhê berxwedanê ava dibe. Ji ber ev awazên ku bi xemla gerîla derketiye holê, hestên azadiyê yên ku li Kurdistanê vala hatine hiştin in vejandiye.

Hozan Dilgeş ku di jiyana xwe ya hunerî de bi giştî 9 kaset û zêdeyî 100 stran çêkiribû, di 12'ê Adara 2017'an de li nexweşxaneya ku ji ber nexweşiya şekir dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Zarokê Fisqînê yê bi sazê lê dixe, wê her tim bi strana "Li Mêrdînê li Bagokê" ji aliyê gelê Kurd ve bê bîranîn.