Operasyonên taybet ên YPG’ê yên li dijî DAÎŞ’ê dewam dikin

Operasyonên Tîmên Taybet ên YPG’ê yên li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Şedad û Hesekê pêk hat dewam dike. Di operasyonê de rêjeyek zêde çek û cebilxane kete destê şervanan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 4’ê Tebaxê Tîmên Operasyona li Hesekê û Şedadê li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê operasyoneke berfireh hate kirin.

YPG’ê têkildarî operasyonê ev agahî da: “Li hember şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê ji aliyê yekîneyên me yên Tîmên Operasyonên Taybet ve ev demeke tê şopandin, ku piştî gefxwarinên Tirkiyeyê yên li ser herêmê, ev şane karên xwe zêdetir kirine. Di 4’ê Tebaxa 2019’an de, di navbera bajarên Şedad û Hesekê de li dijî van şaneyên veşartî operasyoneke berfireh pêk hat, di encama operasyonê de 3 çete hatin girtin û her wiha amûrên ku ji bo êrîş û teqandinê yên ku tên bikaranîn hatin girtin.”

Di operasyonê de rêjeya çek û cebilxaneya ku hatine desteserkirin wiha ne:

2 BKS, 4000 gule û hinek zincîr

75 Mayîn

1 B 7, 37 Roketên B 7 û 33 Heşwe

1 Çeka Zagrosê (Doçka)

3 AK4, 94 Jarjûr

1 Hawan 60 milim, 1 bingeha wê

1 Dûrbîn

1 4 Rextên teqînê

1 Topeke Kortexê

10 Kîlo TNT’ê

1 Bêdengkera çekan (Susturucu)

Jimarek alavên teqînê