Şehîdê QSD‘ê Hemze li Tirbespiyê bi merasîmekê spartin axê

Bi tevlîbûna sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şehîdê QSD‘ê Macîd Umer (Hemze) li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Duguer bi merasîmekê spartin axê.

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo, şervanên QSD û hêzên ewlehiyê cenazeyê şehîdê QSD‘ê Macîd Umer (Hemze) ê di pêngava li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ‘ê li gundewarê Dêra Zorê şehîd bibû bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur spartin axê.

Piştî merasîma leşkerî ya ji aliyê YPG û YPJ‘ê bi navê YPG‘ê Dilbirîn Ferho, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Heyv Hesen, bi navê QSD‘ê Hikmet Hebîb û bi navê malbata şehîd Hemze, Mihemed Xêr Abdullah axivîn.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û rola şehîdan a di avakirina civakeke azad û demokratîk de nîşan dan.

Fermandarên YPG‘ê Dilbirîn Ferho got: " Hevalê me şehîd Hemze ji kesên destpêkê ye ku tevlî şoreşê bû, ew û zarokên xwe tevlî YPG û YPJ‘ê bûn. Di gelek pêngavên rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAÎŞ‘ê cih girt. Her wiha di pêngavên li dijî şaneyên veşartî yên li dijî DAÎŞ‘ê bû, herî dawî li gundewarên Dêra Zorê şehîd bû."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan de spartin axê.