Hate ragihandin ku gumanbarên êrîşa li Tirbestpiyê hatine girtin

Rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tirbespiyê, ragihand ku komeke gumanberên êrîşa saetên sibê ya li Tirbespiyê ku têde 3 zarok şehîd bûn, girtine.

Rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tirbespiyê ragihand ku têkildarî êrîşa bombeyî ya li pêşiya Dibistana Xewla ya Keçan ku têde 3 zarok şehîd bûbû, komek gumanbar destgîrkirine.

Rêveberê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Hogir Arefat ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku wesayîta hate teqandin, li kêleka Dibistana Xewla ya keçikan a li pêşiya perîdê bû û ji dûr ve hate teqandin. Hogir Arefat got lêpirsîn berdewam e da ku ku kesên ev karê terorîstî kirine, werin naskirin. Rafat diyar kir ku raste rast xwendekar hatine hedefkirin û got, teqîn ji aliyê wesayîteke bi pilaqeya Reqa bi tîpa pîkab ji dûr ve bi qûmandoyê teqandiye.

Arefat tekez kir ku di encama teqînê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest da û hê nasnameya wan nehatine zelalkirin û 2 kesên din jî birîndar in.