Berdevk Loqman Ehmê: Em qebûl nakin ku Tirkiye ya xwe ferz bike

Berdevkê Rêveberiya Xweser Loqman Ehmê diyar kir, daxwaza 'herêma ewle' ya dewleta Tirk, rewşa heyî ya Efrînê ye. Ehmê destnîşan kir ku DYE di navbera Tirkiye û wan de navbeynkariyê dike û got, wê qebûl nekin ku Tirkiye ya xwe li wan ferz bike.

Hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Heyeteke leşkerî ya ji DYE'yê çû Tirkiyeyê, di 5 û 6'ê Tebaxê de bi rayedarên Tirk re der barê 'herêma ewle' de axivî.

Tirkiye ferz dike ku herêm ji çemê Firatê dest pê bike û bigihêje sînorê Başûrê Kurdistanê û bi qasî 30 heta 40 kîlometreyî kûrahiya wê hebe. Her wiha dixwaze ku kontrola herêmê di destê wan de be.

Li dijî vê yekê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê pêşniyar kir ku herêmek bi kûrahiya 5 kîlometreyî ya li derveyî bajaran di bin çavdêriya koalîsyona navneteweyî de be û divê Tirkiye di nava herêmê de nebe.

BERDEVKÊ RÊVEBERIYA XWESER: MÎNAK EFRÎN E

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Loqman Ehmê der barê mijarê de ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku gefên dewleta Tirk tiştekî nû nîne. Ehmê anî ziman, mebesta dewleta Tirk ji 'herêma ewle' ya mîna Efrînê ye. Loqman Ehmê ragihand, li Efrînê bi sed hezaran mirov ji cih û warê xwe bûn, malên wan hatin talankirin, çete li şûna wan hatin bicihkirin û demografiya herêmê hate guhertin û destnîşan kir, dinyayê ev yek dît.

Ehmê diyar kir, ji herêma wan ti gef li Tirkiyeyê nehatiye xwarin, Tirkiye ji bo dagirkirinê li bahaneyan digere û got, "Welatên ku me bi hev re li dijî DAÎŞ'ê têkoşîn meşandin divê vê yekê bibînin û helwestê nîşan bidin."

ŞERTÊN HERÊMA EWLE

Loqman Ehmê bi bîr xist, ji bo deverek weke 'herêma ewle' bê dîtin 3 şertên xwe hene û got, "Divê herêm ji aliyê gelê xwe ve bê birêvebirin û mirovên koç kirine jî li cih û warê xwe vegerin, jiyana xwe ava bikin." Ehmê got, "Li herêmên me ev her sê şert hene. Herêmên me ji xwe ewle ne."

Ehmê destnîşan kir, li gorî qanûnên navneteweyî sedema avakirina 'herêma ewle' ew e ku deverek ji 'welat an jî hêzên leşkerî yên cîran bê parastin' e û got, "Me ti gef li Tirkiyeyê nexwarine. Ji ber vê yekê jî dema em dibêjin bila herêma ewle ava bibe, mebesta me ew sedem e."

'DYE NAVBEYNKARIYÊ DIKE'

Loqman Ehmê bi bîr xist, şertê wan ê tevlîbûna dewleta Tirk li nava koalîsyonê li herêma ewle ew e ku dawî li dagirkeriya xwe ya li Efrînê bîne û destnîşan kir, wê qebûl nekin ku Tirkiye ya xwe ferz bike. Ehmê got, "Di pêşnûmeya me de ev yek heye. Di vê mijarê de DYE navbeynkariyê dike. Hevdîtinên bi Tirkiyeyê re jî bi me re jî didomin. James Jeffrey çend roj berê diyar kir ku ew ê tiştekî ku Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê qebûl neke ferz nekin."

'DAXUYANIYA ESPER ERÊNÎ YE'

Loqman Ehmê diyar kir, ew daxuyaniya doh a Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Esper erênî dibînin û got, "Em vê daxuyaniyê erênî dibînin. Beriya niha jî dikarîbûn helwesteke bi vî rengî eşkere nîşan bidabûna."

EGER ÊRÎŞ BÊ KIRIN DIBE KU DAÎŞ'Î BIREVIN

Berdevkê Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman ku li herêmê metirsiya DAÎŞ'ê bi dawî nebûye, têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAÎŞ'ê re tê zanîn û hişyarî da, ku eger êrîşek bê kirin dibe ku DAÎŞ'iyên li girtîgehan bibin metirsiyek li dinyayê. Loqman Ehmê got, "Yek ji armancên êrîşên Tirkiyeyê jî ji nû ve zindîkirina DAÎŞ'ê ye. Êrîşeke gengaz dikare bibe sedem ku DAÎŞ'î birevin."

DIVÊ PENABERÊN SÛRIYEYÎ LI XAKA XWE VEGERIN

Berdevk anî ziman ku dewleta Tirk ji bo dagirkeriya xwe rewa bike argumana "em ê penaberên Sûriyeyî li wan deveran bi cih bikin" bi kar tîne û got, "Rêveberiya Xweser li her platformê dibêje ku divê Sûriyeyiyên li derveyî welat li xaka xwe vegerin. Beriya çend rojan me heman bang kiribûn. Rêveberiya Xweser amade ye ku piştevaniya wan bike ku ji nû ve jiyana xwe ava bikin."