Emerîka dengê xwe li Tirkiyê kir: Em ê nehêlin!
DYE'yê li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwest nîşan da û got, ''DYE wê nehêle gaven yek alî li derveyî sînor bavêje''.
DYE'yê li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwest nîşan da û got, ''DYE wê nehêle gaven yek alî li derveyî sînor bavêje''.
Wezîrê Berevaniyê yê DYE'yê Mark Esper dema serdana Tokyoyê daxuyanî da. Esper got, êrîşeke Tirkiyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ''wê neyê qebûlkirin'' û domand, ''DYE wê gavên yek alî yên li devveyî sînor asteng bike.''
Wezîr Esper her wiha got ew hêvî dike li Enqerê ji danûstandinan lihevkirinek çêbibe.