El Abid: Em ê nehêlin ku hinek kes li ser tankên Tirkan vegerin

El Abid li ser vegera kesên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got ku “Hemû kesên ku ji herêmê koç kirine, dikarin vegerin. Lê hinek kes bixwazin li ser tankên Tirkan vegerin, em ê vî tiştî qebûl nekin.”

Dewleta Tirk li ser navê ‘herêma ewle’ gefên xwe yên dagirkirinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Heyeteke leşkerî ya ji DYE’yê çûbû Tirkiyeyê û bi rayedarên Tirkiyeyê re civiyabûn. Tê payîn ku wê civîn îro jî bidome û tekane rojeva civînê êrîşên dagirkeriyê yên li ser navê ‘herêma ewle’ ye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo pêşiya şer bigire, xebatên xwe yên dîplomatîk didomîne. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rayedarên DYE û koalîsyonê dicivin û rojeva wan jî ‘herêma ewle’ ye.

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Kantona Girê Spî Hemîd El Abid ji ANF’ê re axivî. Abid diyar kir ku ew ê tu carî dagirkeriyê qebûl nekin û got ku “Xwediyê rastîn ê vê herêmê em in. Yên ji ber sedemên cihê koçî Tirkiyeyê kirine, kîngê bixwazin dikarin vegerin. Lê hinek kes li ser tankên Tirkiyeyê vegerin, em ê vî tiştî qebûl nekin.

‘EM DIZANIN XWEDIYÊ RASTÎN Ê VÊ AXÊ KÎ NE’

Hevserokê Kantona Girê Spî El Abid ê ku Ereb e got ku “Em dizanin xwediyê rastîn vê Girê Spî kî ne. Dema ku şerê Sûriyeyê dest pê kir bi navê OSO bi sedan kom hebûn. Van koman piştre li dijî hev şer kirin û dema ku DAÎŞ hate herêmê, hinek kes tevlî DAÎŞ’ê bûn û hinek kes jî reviyan. Heta ku YPG û YPJ hate vê derê.”

El Abid diyar kir ku ew bang li koçberên ji Girê Spî dikin û got ku “Em careke din bang li wan kesan dikin ku kesên ji Girê Spî çûne Tirkiyeyê, dikarin vegerin. Werin li vê derê li ser axa xwe bijîn. Lê kesên qetlîam kirine û sûc kirine, ji bo vegerê çavê xwe berdane ser tankên Tirkan.”

‘EM JI DÊVILA ŞER, AŞTIYÊ DIXWAZIN’

El Abid diyar kir ku ew ji dêvila şer, aştiyê dixwazin û got ku “Ev serê çar salan e ku em Ereb, Kurd, Ermen û Tirkmen li vê derê bi hev re dijîn. Li vê derê tu mafên gelan nehatiye binpêkirin. Heke di navbera me de kêşe çêbibe jî dadgeh hene, hiqûq heye. Em kêşeyan bi talan û êşkenceyê çareser nakin.”

TEV-DEM’Ê JÎ BANG KIRIBÛ

Endamê Desteya Rêvebir a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl roportajek dabû ajansa me û gotibû ku “Em her demê diyar dikin, kesên ji vê axê ne, dikarin vegerin vê derê. Em amade ne ku, piştgiriyê bidin wan. Lê armanca Erdogan ne ev e. Erdogan dixwaze komên çekdar li vê derê bi cih bike.”

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif jî di bernameyeke Ronahî TV de banga vegerê li wan kesan kiribû yên ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û koçî Tirkiye û welatên din kirine.