'Ji bilî jiyaneke bi rûmet jiyaneke din napejirînim'

"Tecrûbeya gelê Kobanê di şer de heye. Tevî ku rojane dewleta Tirkiyeyê gefan dixwe jî lê ew jiyana xwe ye normal didomînin. Her kes ji her tiştî re amade ne. Êdî enerjiya me ji bo revê ya jî avakirina jiyaneke nû nîne. Ya jiyaneke bi rûmet an jî mirin."

Hinid Hebeş ji şêniyên Kobanê ye, bavê sê zarokan e. Yek ji wan kesan e ku heta niha ji Kobanê derneketiye. Di sala 2014'an dema çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kirin, Hinid jî yek ji wan kesan e ku li dijî çeteyan şer kir. Piştî ku Kobanê ji DAÎŞ'ê hate paqijkirin Hinid dikanek vekiriye ji xwe re û debara zarokên xwe dike.

Hinid Hebeş bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Erdogan dît ku em êdî dikin bi aramî bijîn, bi navê 'herêmeke aram' dest li herêmê werde. Derdê dewleta Tirkiyeyê ew e ku nehêle em pariyek nan bi silametî bixwin."

Dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bi bîr xist û got, "Her kes zane ku çi hate serê xelkê me yê Efrînê. Encama êrîşên Erdogan ew e ku 300 hezar kes penaber bibin, zarok bê çav û bê pî bimînin û bibe sedema talanê."

Hinid Hebeş destnîşan dike ku çawa li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kirin, ew ê li dijî gefên Tirkiyeyê jî bi heman rengî têbikoşin û zarokên xwe, bajarê xwe biparêze.

Hinid Hebeş got, "tecrûbeya gelê Kobanê di şer de heye. Tevî ku rojane dewleta Tirkiyeyê gefan dixwe jî lê ew jiyana xwe ye normal didomînin. Her kes ji her tiştî re amade ne. Êdî enerjiya me ji bo revê ya jî avakirina jiyaneke nû nîne. Ya jiyaneke bi rûmet an jî mirin."