HRE: Li Mare û Şêrawa 13 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan ên li herêma Mare û navçeya Şêrawa ya Efrînê de 13 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li herêma Mare û navçeya Şêrawa ya Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HRE’yê got di çalakiyên hêzên wan de 13 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin;

“Hêzên me li herêma Mareyê û navçeya Şêrawa rêzeçalakiyên bi bandor li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin.

LI MARE 4 ÇETE HATIN KUŞTIN

Roja 4’ê Tebaxê hêzên me çalakiyek bi bandor li dijî çeteyên El Cebha el-Şamiyê li derdora herêma Mareyê lidar xistin. Hêzên me wesayîteke leşkerî ku hejmarek ji çeteyan têde bûn kirin armanc. Di encamê de wesayît hat rûxandin, 4 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndan bûn.

LI ŞÊRAWA 9 ÇETE HATIN KUŞTIN

Roja 5’ê Tebaxê hêzên me bi rêzeçalakiyên cuda çeperên komên çete ên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li gundê Beradê yê girêdayî navçeya Şêrawa kirin armanc. Şervanên me girtin li ser baregehekî çeteyan û şerê rû bi rû kirin, di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û baregehekî çeteyan hate rûxandin.

Hemwext, dema ku hejmarek ji çeteyan xwestin çeteyên kuştî ji herêmê dûr bixin, şervanên me çalakiyekî sabotajê lidar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin. Li aliyekî din li heman gundê Beradê hêzên me li dijî kombûyîna çeteyan çalakiyekî sabotajê lidar xistin. Di encamê de 5 çete hatin kuştin.

Weke bîlançoya çalakiyên gundê Beradê; 9 çete hatin kuştin, hejmarek cebilxane hatin desteser kirin.

Cebilxaneyên ku hatin desteser kirin; 2 çekên AK-47, 2 Rext, 12 jerjor û 2 telefon.”