Li ser sînor liv û tevgera leşkerî
Piştî gefa dagirkirinê ya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, li ser sînorê Serêkaniyê liv û tevgera leşkerî zêde bû. Balafirên koalîsyonê jî li herêmê difirin.
Piştî gefa dagirkirinê ya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, li ser sînorê Serêkaniyê liv û tevgera leşkerî zêde bû. Balafirên koalîsyonê jî li herêmê difirin.
Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku rejîma Tirk a dagirker li ser sînor di nava liv û tevgereke mezin a leşkerî de ye.
Liv û tevgera leşkerî li pêşberî gundê Til Xenzîrê yê bajarokê Mebrûkê yê li rojavayê Serêkaniyê ye.
Ajansa nûçeyan a ANHA'yê ragihand ku liv û tevgera leşkerî êvarê dest pê kiriye.
Tevî liv û tevgera hêzên dagirker ên Tirk balafirên Koalîsyona Navnetweyî jî li ser herêmê difirin.
Hate ragihandin, şervanên QSD'ê jî li dijî êrîşeke gengaz amadekariyan dikin.