Bi gefên dagirkirinê yên Tirkiyeyê re DAÎŞ zindî dibe

Bi gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê re li herêmê êrîşên DAÎŞ’ê zêde bû. Hêzên Ewlekariya Navxweyî diyar dikin ku Tirkiye fermanan didin çeteyan.

Bi gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê re li herêmê êrîşên DAÎŞ’ê zêde bû.

Di rapora Wezareta Parastinê ya DYE’yê de jî hate diyarkirin ku DAÎŞ li Sûriyeyê ji nû ve zindî dibe û bal hate kişandin ser vî tiştî ku DAÎŞ li herêmê koman ava dike.

LI TIRBÊSPIYÊ 3 ZAROK HATIN QETILKIRIN

Bi gefên dewleta Tirk re çeteyên DAÎŞ’ê li herêmê tevgera wan zêde bû. Îro li navçeya Tirbêspiyê ya Qamişlo bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek hate kirin û 3 zarok hatin qetilkirin.

OPERASYON ZÊDE BÛN

Hêzên Ewlekariya Navxweyî, YPG û YPJ û QSD’ê dest bi operasyonan kirin û gelek endamên DAÎŞ’ê zeft kirin ên ku amadekariyeke êrîşê dikirin. Operasyona li herêmê didome.

Hêzên Ewlekariya Navxweyî diyar dike ku bi gefên dewleta Tirk ên di rojên dawîn de êrîşên çeteyan jî zêde bûye.

Rayedarekî ji Odeya Operasyonê ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî agahî da ANF’ê û got ku wan gelek çeteyên DAÎŞ’ê zeft kirine û ev çete li xwe mikur hatine ku ew ji bo DAÎŞ’ê dixebitin û fermanê ji rayedarên DAÎŞ’ê yên ki Herêma Mertala Firatê û

Tirkiyeyê distînin.

BÎLANÇOYA ÇEND ROJÊN DAWÎN

Di hefteyeke dawîn de êrîş û tevgera hucreyên veşartî yên DAÎŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wisa ye:

*6’ê Tebaxê: Li navçeya Şedadê ya Hesekê li dijî hucreyên veşartî yên DAÎŞ’ê operasyon hate kirin û 3 endamên DAÎŞ’ê tevî teqemenî û çekên xwe hatin girtin.

6’ê Tebaxê: Li Serêkaniyê ya ku dewleta Tirk ji xwe re kiribû hedef, tankereke avê ya bombe lê hatibû barkirin ji aliyê Hêzên Ewlekariya Navxweyî hate bêbandorkirin û pêşiya qetlîamekê hate kirin.

6’ê Tebaxê: Li Serêkaniyê di heman rojê de li ser rêya El Sefîhê wesayîteke bombebarkirî hate bêbandokirin.

* 4’ê Tebaxê: Di operasyona Yekîneyên Taybet ên YPG’ê ya li Hesekê li dijî DAÎŞ’ê de gelek çek û teqemenî ketin destê şervanan.

* 4’ê Tebaxê: li Taxa Mîşefre ya Hesekê saet 12:45’an motosîkleteke bombebarkirî hate teqandin. Di teqînê de windahiyên canî çênebû lê zirareke maddî gihişte herêmê.

* 3’ê Tebaxê: Li nêzî geraca navçeya Şedadê ya Hesekê motosîkleteke bombebarkirî hate teqandin. Di teqînê de 2 kes birîndar bûn.

* 1’ê Tebaxê: Di operasyonê Meclîsa Leşkerî ya Hesekê ya li dijî hucreyên razayî yên çeteyên DAÎŞ’ê de 20 çete hatin girtin û gelek çek hatin desteserkirin.

* 1’ê Tebaxê: Di êrîşa li nêzî Midûriyeta Qeydên Nifûsan a Tebqayê bi bombeya destan êrîşek pêk hat û zirareke maddî çêbû.

* 31’ê Tîrmehê: Li herêma Mergedê ya Şedadê dema derbasbûna wesayîta sivîlan de motosîkleteke bombebarkirî hate teqandin. Di êrîşê de windahiyên canî çênebûn lê zirareke maddî çêbû.

* 30’ê Tîrmehê: Di operasyona Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ya li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê de 8 çete hatin girtin û gelek çek hatin desteserkirin.

* 29’ê Tîrmehê: Li gundê Seeda yê Mergedê dema derbasbûna wesayîta sivîlan de teqînek çêbû, sîvîlek û 13 şervanên ku di wesayîta Hêzên Xweparastinê tê de bûn birîndar bûn.

ÇETE MONTAJ DIKE, AA PÊŞKÊŞ DIKE

Li aliyê din hemwext bi tevgera DAÎŞ’ê re çeteyên bi navê Tevgera Azadiya Gel (Ahrar Ul Şab) ku ji endamên DAÎŞ’ê yên kevin yê dewleta Tirk pêk tê, kincên QSD û YPG’ê li xwe dikin û êşkenceyê li gel dikin. Parvekirina van dîmenan û propaganda li ser kirin balkêş e. Dîmen bi taybet ji aliyê Ajansa Anadolû (AA) û çapemeniya alîgirê pergala li Tirkiyeyê tê weşandin û dixwazin dagirkeriyê rewa bikin.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ TEVGERA DAÎŞ’Ê HEYE

Li aliyê din tevgera çeteyên DAÎŞ’ê li Başûrê Kurdistan, Şengal, Mexmûr, Kerkûk û Herêma Germiyan ku dewleta Tirk ji bo dagirkeriyê ji xwere kiriye hedef, zêde bûye. Li herêmê li ser zêdebûna tevgera DAÎŞ’ê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Artêşa Iraqê roja 11’ê Tîrmehê operasyonek li herêmê daye destpêkirin.