Hevjînên şehîdan bangî jinan kirin ku bila têkoşînê geştir bikin

Hevjînên Şehîdan ên li Efrîn û Şehbayê bangî hemû jinan kirin ku bila têkoşînê geştir bikin û êrîşên li ser Efrînê şermezar bikin.

Hevjînên şehîdan ên li Efrîn û Şehbayê li kampa Serdem a Şehbayê li ser êrîşên li ser jinên li Efrînê daxuyaniyek dan.

Daxuyanî bi Kurdî ji aliyê endama Meclîsa Malbata Şehîdan a herêma Efrînê Şervîn Rifet û bi Erebî ji aliyê endama Meclîsa Malbata Şehîdan a Şehbayê Zekiya Îsmayîl ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Tê dîtin ku em di demên hebûn û tunebûnê de dijîn. Li ber çavan e ku em bi berxwedanî û îradeya xurt serkeftin tê qezenckirin, ji ber vê yekê dijminên mirovahî û aşîtiyê her cureyên şerên siyasî, aborî, taybetî û leşkerî didin meşandin.

Di van demên dawî de hêzên hegemonîk êrîşên xwe li ser her çar perçayên Kurdistanê dijwartir dikin. Ji bo pêkanîna armanca xwe her dem me komkujiyan re rû bi rû dihêlin û herî zêde li ser jinan û zarokan bandor dike. Ji Şengalê û Kobanê heta Efrînê bûyerên revandin, qirkirina çandî, guhartina demografîk û destdirêjiya li ser jinan dubare dibin.

Li ser vî esasî em silavên xwe ji hemû jinên berxwedêr re dişînin, daxwaza xurtkirina têkoşînê dikin. Em êrîşên li ser jinan şermezar dikin û em bang li hemû saziyên mirovî yên navneteweyî dikin ku bila xwedî li gelên êşkişandî derkevin û li hemberî zilmê bêdeng nemînin.”