HRE: Li navçeya Şera 7 çete hatin kuştin

HRE’yê ragihand ku di şerê li dijî hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên wê yên 6’ê Tebaxê li gundên Şewarixa û Malîkiyê ya girêdayî Şerayê de bi kêmanî 7 çete hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di şerê li gundê Şewarixa û Malîkiyê yên girêdayî navçeya Şera ya Efrînê de bi kêmanî 7 leşker hatine kuştin. HRE’yê diyar kir ku piştî êrîşa çeteyan şikest çeteyan herêm dan ber topan.

HRE’yê ragihand ku di êrîşa li gundê Meryemînê de 2 leşkerên Tirk jî bi giranî birîndar bûne.

HRE’yê ev agahî da: “Hêzên me bi berxwedaniyekî bê hempa êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Şera şikandin û hejmarek ji çeteyan kuştin û birîndar kirin.

Di dîroka 6’êTebaxê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şewarixa û Malikiyê yên girêdayî navçeya Şera ku tije sivîlin bi obîs û Hawinan topbaran kirin. Piştî wê di bin sîwana tobaranê de, komên çete êrîş pêk anîn li ser her du gundên navborî û xwestin pêşde werin lê şervanên me besriv dan û şer derket. Di encama şerê dijwar a 2 seatan de êrîş hate şikestin û 7 çete hatin kuştin.

Piştî vala derxistina êrîşê, artêşa dagirker a Tirk herêm bi dijwarî topbaran kir û ziyaneke mezin gihişt mal û zeviyên gundiyan. Şervanên me bi çekên giran bersiv dan û navendekî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Meryemîn yê girêdayî navçeya Şera kirin armanc. Di encamê de 2 leşkerên Tirk bi giranî birîndar bûn.”