Şêxo Îbrahîm: Yekane armanca Efrîniyan vegera li Efrînê ye

Ji Meclîsa Kampa Berxwedanê ya Şehbayê Şêxo Îbrahîm got, "Penaberên Efrînî yên li herêmên Şehba û Şêrawayê ne, jiyana xwe li gorî vegera li Efrînê bi rêxistin dikin û di vê çarçoveyê de li ber xwe didin."

Ji ber êrîşên 16'ê Adara 2018'an ên dewleta Tirk a dagirker bi sed hezaran Efrînî neçar man xaka xwe biterikînin û koçî herêmên Şehba û Şêrawayê bikin. Şêniyên Efrînê ji Efrînê dûr neketine û li Şehbayê di kampên Berxwedan, Serdemê, li gundê Ziyaretê yê Şêrawayê û kampa Vegerê li ber xwe didin ku vegerin Efrînê. Yek ji kampên ku destpêkê li herêma Şehbayê hate avakirin Kampa Berxwedan e. Ji Rêveberiya Meclîsa Kampa Berxwedan Şêxo Îbrahîm qala sîstema xwe ya rêxistinbûnê kir.

Şêxo Îbrahîm anî ziman ku ji aliyekî ve kamp hate avakirin, li aliyê din jî hewl dan ku sîstema xwe ava bikin û got, "Destpêkê komunek hate avakirin. Bi vî rengî pêwîstiyên mecbûrî yên gel hatin tedarikkirin. Di nava mehek du mehan de gel gelekî zehmetî kişand. Piştî du mehan êdî komun ava bûn. Li kampê 14 komun hatin avakirin. Gel di nava komunan de kom bû. Bi rêya hilbijartinê hevserokên komunan hatin hilbijartin. Komîsyonên van komunan hatin avakirin. Bi vî rengî hewl hate dayin ku pêwîstiyên banyo, bicihbûnê, ava vexwarinê û xwarinê ya gel bê tedarikkirin. Di nava sê mehên destpêkê de ti rêxistineke civakî ya sivîl nehate kampê. Bi piştgiriya gel Rêveberiya Xweser pêwîstiyên gel hemû tedarik kir."

'GELÊ EFRÎNÊ XWE JI VEGERÊ RE AMADE DIKE'

Şêxo Îbrahîm destnîşan kir ku haya gelê Efrînê ji dijminê xwe heye û jiyana xwe jî di vê çarçoveyê de bi rêxistin dike.

Şêxo Îbrahîm diyar kir ku bi rêya komîteyên parastinê, jinê, civakî, lihevkirinê, meclîs, komun, komîte û şaredariyê xizmetê ji gel re dikin û got, "Ji bo gel qadên perwerdeyê jî hene. Gel di van perwerdeyan de jiyana xwe ji nû ve bi rêxistin dike û xwe ji vegera li Efrînê re amade dike."

Şêxo Îbrahîm anî ziman ku destpêkê gelek kesên li kampê şert û mercên giran nikarîbû qebûl bikirana, gelek ji wan dixwestin ji herêmê biçin û got, "Lê belê gel niha rewşê baştir fêhm dike. Rastiya dijminê li dijî xwe zane û haya xwe jê heye ku divê li dijî vê yekê li ber xwe bide."

Şêxo Îbrahîm ragihand ku ji ber rejîmê rê li wan asê kiriye nexweşên giran nikarin bên dermankirin û hewl didin jiyana xwe bi derfetên xwe bidomînin.

Ji Rêveberiya Meclîsa Kampa Berxwedanê Şêxo Îbrahîm bang li rêxistinên civakî yên sivîl kir ku ji bo gel, bi taybetî jî alîkariya klîma û pêwîstiyên bingehîn bikin.