Li Serêkaniyê komcivînek rûsipiyên Ereban hate li darxistin

Îro bi pêşengtiya Komîteya Têkiliyên Diplomasiyê ya Partiya Yekîtiya Demoratîk (PYD) komcivînek ji rûsipiyên eşîrên Ereb ên Navçeya Serêkaniyê pêk hat.

Îro bi pêşengtiya Komîteya Têkiliyên Diplomasiyê ya Partiya Yekîtiya Demoratîk (PYD) komcivînek ji rûsipiyên eşîrên Ereb ên Navçeya Serêkaniyê pêk hat.

Ji ber gefên Dewleta Tirk ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komcivîneke ku bi dehan rûsipiyên eşîrên Ereban lê hazir bûn, li Xwaringeha Mîtan a Navçeya Serêkaniyê pêk hat.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriiyên azadiyê, Hevserokê Komîteya Têkiliyên Diplomasiya Kantona Hesekê, Ciwan Îso axivî.

Ciwan aloziya Sûriyê e nirxand û got, "Aloziya ku îro Sûriyê jê derbas dibe, Dewleta Tirk sedema wê ye. Me gelek caran xwest ku bi rengekî diplomasî û li ser maseyê bi rengekî siyasî aloziyê şer çareser bikin lê Dewleta Tirk her dem û gav bi gef û êrîşên xwe temenê kaosê dirêjtir kir. Em her dem ji diyalogê re vekirî ne û divê rejîma Sûriyê jî hember parçekirina xaka Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve, helwesteke xwe yê cidî nîşan bide.

Paşê hin rûpisî axivîn û gefên dewletaTirk şeremezar kirin û goti, "Çi ji me were xwestin em ê bikin,eger êrîşek çêbibe em ê bi QSD'ê re di yek çeperê de bin û divê civaka navdewletî, helwesta xwe nîşan bide û gefên Tirkiyê yên li hember gelê Sûriyêbide rawestandin."

Piştî axaftinan daxuyanî ji aliyê Rûsipiyê êla Şerabiyan Mihemûd Ebdo EL-ilêwî ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha bû:

"Di vê rewşê de aloziya Sûriyê, gef û êrîşên dewleta Tirk li hemberî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hinceta ku wê wê rizgar bikin, her ku diçe zêde dibe. Di salên borî de dewleta Tirk gelek herêm û demografiya Sûriyê dagir kir û niştecihên wê yê resen koç kirin û yên Idlib, Hema-Hums û Tirkiyê li van herêman mîna (Cerablus-Îzaz-Efrîn û Bab) taybet Efrînê bicih kirin. Ew herêmên ku hatin rizgarkirin, bûn noqteya ji nû ve zindîkirina terorê bi hemû hêz û navên xwe yên cûda cûda. Gelek kesên ku ji nasnameya xwe dûr ketin û xwe ayîdê Tirkiyê dîtin û bûn amûr di destê wan de rê li ber çareseriya aloziyê bi rengê aşîtiyê û diplomasî, girtin.

Gefên Tirkiyê yekemîn rejîma Sûriyê û ewlehiya gelê Sûriyê taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hedef digre. Gef û êrîşên Dewleta Tirk dixwaze ku binesaziya rûxandina Sûriyê ku ji sala 2011'an dest pêkiriye, dirêjtir bike heman demê Tirkiyê kaxeza Koçberên Sûriyên xistiye rojevê. Em bang li gel û ciwanên xwe yên Sûriyê dikin, ku li Tirkiyê bicih bûne, vegerin welatê xwe û li vir jiyanek birûmet û azad bijîn û nebin amûr û xulamê dijminê xwe û hemû gef û êrîşên dewleta Tirk ku ewlehî û aşîtiya gelan hedef digre, pûç bikin. Tirkiyê dixwaze ku tevleheviyê di navbera êl û qebîleyên Ereb, Kurd, Aşûrî û Suryanan de, derbixin.

Em rûsipî û êlên Ereban, em ê bi hêzên QSD'ê re di yek çeperê de bin, em û QSD'ê yek in. Em bi yek dengî û ruhî gefên Dewleta Tirk, têk bibin û bi hev re têbikoşin. Em bang li dewletên Erebî û tevahî rûsipiyên Ereban jî dikin ku hember tevleheviyên dewleta Tirk û hin aliyan, têk bibin, ji ber gef û şerê were kirin wê DAÎŞ ji nû ve zindî bike û jiyana bi sed hezaran kes,bi xeteriyê re rû bi rû bihêle."