Fisteqên Kobanê gelekî berhemdar in

Li Rojavayê Kurdistanê her werzê berhemên cuda yên çandiniyê tên berhevkirin. Herî zêde darên fisteqan berhemdar in. Şert û mercên avhewayê yên Kobanê jî ji bo vê yekê guncaw e. 

Li Rojavayê Kurdistanê her werzê berhemên cuda yên çandiniyê tên berhevkirin. Herî zêde darên fisteqan berhemdar in. Şert û mercên avhewayê yên Kobanê jî ji bo vê yekê guncaw e. 

Li ser mijarê Endazyarê çandiniyê Bekir Bekî yê ji Kobanê û xwedî darên fistiqan e, diyar dike ku li vê herêmê hemû cûre daran çêdibin, lê bi taybet ji bo darên fistiqan pir destdayî ye. Bekî got, hem xak û hem jî avhewaya vir ji bo fistiqan pir baş e.

Li ser gotinên ku darên fistiqan li vê herêmê berhemên baş nadin jî got: “Min bi xwe çandiye û niha berhemên pir baş didin. Piştî deh salan niha berhem dide. Ji xwe cotyarên herêmê fêrî tiştên pir lez bûne yên mîna ceh û genim.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku darên fistiqê yên li herêma Şamê temenê wan digihêje 1800 salî û heta niha jî berhemê didin. Lewra ev jî nîşana wê ye ku xaka herêmê ji bo darên fistiqan destdayî ye.