Kurd: Tirkiye li Sûriyeyê têk çû lê li pey planên din e
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd diyar kir ku Tirkiye li Sûriyeyê qels bûye û têk çûye.
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd diyar kir ku Tirkiye li Sûriyeyê qels bûye û têk çûye.
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd geşedanên li Îdlîbê û gefên dagirkirinê yên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî.
Bedran Çiya Kurd ji bo Peymana Soçiyê ya ku salek berê hate kirin heta niha nekete meriyetê got ku “ Wekî ku her kes dizane hevdîtinên li ser mekanîzmaya ewlehiya sînor a bi DYE’yê re, rê li ber vî tiştî vekir ku Rûsya û Îran di meseleya Îdlîbê de zextan li Tirkiyeyê bikin. Gelo çima heta niha ji bo Îdlîbê zext li Tirkiyeyê nehate kirin? Mehek berê civîna Soçiyê hate lidarxistin lê Rûsyayê li hemberî Tirkiyeyê nelezand. Dema ku Tirkiyeyê xwe nêzî DYE’yê kir, Rûsya ji ber vê nêzbûnê kete nav fikaran û zext li Tirkiyeyê kir.
Piştî van zextan êrîş zêde bûn, gelek cihên di destê Tirkiyeyê de ji wan hate stendin û Tirkiye kete pozîsyoneke qels. Erdogan bi hinceta ku sivîl tên qetilkirin ji Rûsyayê xwest ku vî şerî bide sekinandin.
AGIRBESTA YEKALÎ
Meseleya Îdlîbê li gorî peymana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê teşe digire. Her du aliyan ne ji bo çareserkirina kêşeyên li Îdlîbê lê ji bo bêbandokirina komên çekdar ên li herêmê li hev kirin. Di hevdîtina dawîn a Erdogan û Pûtîn de jî biryara domandina vî şerî hate dayin.
Agirbesta ku rejîma Sûriyeyê daye destpêkirin, ne ji bo hemû çekdarên li herêmê ye. Komên wekî Cephet El Nusra ne di nav lîsteya rêxistinên terorî de ne. Lê agirbesta li herêmê bi ser neket, wê ev agirbest nedome. Ji ber ku li herêmê gelek komên çekdar hene û tu kom li gorî agirbestê tevnagerin. Rûsya û Rejîm dixwaze li herêmên stratejîk kontrolê têxin bin destê xwe. Peymanên wan li ser vî tiştî ne. Armanc ev e ku rêyên Şam-Heleb û Şam-Lazkiyeyê têxin bin kontrola xwe û van herêman ji komên çekdar paqij bikin.
Komên ku îddîa dikin ew mûxalif in û girêdayî Tirkiyeyê ne, li herêmê bi paş ve gavan diavêjin. Îro tê dîtin ku komên çekdar têk diçin.
XWEPÊŞANDANA LI HEMBERÎ TIRKIYEYÊ
Bedran Çiya Kurd li ser xwepêşanda gelê Îdlîbê ya li hemberî Tirkiyeyê got ku “Tirkiye ya ku ji xwe re dibêje ‘ez garantor im’ diyar dikir ew dikare êrîşên li ser sivîlan asteng bike û dikare sivîlan biparêze. Lê êrîşên li herêmê bi pesendkirina dewleta Tirk tê kirin. Tirkiye nikare dengê xwe derxe. Ji ber vê jî mayina Tirkiyeyê ya li herêmê bûye meseleya nîqaşan. Gel serî hildaye û dengê xwe bilind dike û dixwazin Tirkiye ji herêmê derkeve. Wê ev bertekên li hemberî Tirkiyeyê jî roj bi roj zêde bibe.
Tirkiyeyê sûd ji krîza li Îdlîbê werdigirt û ji ser komên çekdar ên li Îdlîbê siyaset dikir. Niha rewş guheriye. Dewleta Tirk li herêmê têk diçe û tifaqa wê her roj teng dibe. Li hemberî dewleta Tirk bertekên cihê derdikevin holê.
Bedran Çiya Kurd li ser gefên dewleta Tirk jî got ku “Em ji bo çareseriya kêşeyan diyalogê pêşniyaz dikin. Ji bo ku ev diyalog pêk were, çi ji destê me were, em ê bikin. Heke dewleta Tirk êrîş bike, em ê axa xwe biparêzin û em ê li ber xwe bidin.
Kurd ji bo geşedanên li Îdlîbê jî got ku “Li gorî me li Îdlîbê hemû kêşeyên Sûriyeyê bûne girêk. Ew der bûye qada şerên hêzên mezin. Li wê derê ji 30 hezarî zêdetir kesên çekdar hene. Tirkiye, Rûsya û Îran li vê qadê ne. Wê Îdlîb nekeve destê Rûsya, Îran û rejîmê. Ji ber ku wê NATO helwesta wê li hemberî vî tiştî hebe. Me gelek caran dît ku NATO û Koalîsyon naxwaze Îdlîb têkeve destê Rûsya û şîrîkên wê.
'MESELEYA IDLIBÊ ZÛ ÇARESER NABE'
Kurd li ser pirsgirêka Idlibê got bi ya wan ev mesele ne meseleyeke wiha ye ku zû were çareserkirin tenê dema ku hêzên mudaxîlê Sûriye ku li hev bikin dikare çareser bibe û got, ''Ango heke Rûsya, DYE, Îran û Tirkiyê li ser xalekê li hev bikin meseleya Idlibê dikare çareser bibe. Heke meseleya Idlibê çareser bibe bi îhtîmaleke mezin di meseleya Sûriye de jî hêz dikarin nêzî hev bibin û ji bo Sûriye rê li ber çareseriyeke siyasî vedibe.''
ÇARESERÎ RÊVEBERIYA JI CIH VE YE
Kurd got ji bo çareseriya krîza Sûriye pêşniyara destûra demokratîk kirine, pergaleke ji cih ve rêveberî divê were avakirin û Kurd û gelên din divê beloq bibin û li bin bavê Rêveberiya Xweser bigihijin heqên xwe. Kurd got, ''Bi van rêbazan krîza Sûriye dikare were çareserkirin. Sedema krîza Sûriye ew bû ku ji yek navendê ve dihate rêvebirin. Bi sedema ku gel û çand dûr dihiştin ev bû sedema pirsgirêkên mezin û sedema krîzê.''
'BIRYARÊN KOMÎSYONA KU EM NE DI NAV DE NE ME TÊKILDAR NAKE'
Kurd bi berdewamî got, ''Niha tê gotin komîteyek ji bo avakirina destûrê hatiye avakirin. Di navbeyna rejîma Sûriye, muxalîf û sivîlan de hatiye avakirin. Ji ber ku em ne di nav vê komîteyê de ne em vê komîsyonê naecibînin, ti biryara ku ev komîsyon bistîne me têkildar nake. Ji ber ku nûnerên me di nav vê komîteyê de nîn in.''
TIRKIYE HÊVIYÊ DIDE DAÎŞ'Ê'
Şêwirmendê Rêveberiya Demokratîk ê Rojhilatê Bakur ê Sûriye Bedran Çiya Kurd got bi pêngava Baxozê serweriya DAÎŞ'ê ya li ser xakê hate qedandin lê DAÎŞ ji bo fersendê bibîne ku dîsa rêxistiniya xwe bike li bendê ye ku rewşa krîz û kaosê çêbibe û diyar kir gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê hêviyê dide DAÎŞ, êrîş û rêxistiniya xwe didomîne, plansaziyên xwe li gor vê dike û fersendan bi kar tîne.
'DIVÊ DARIZANDINA DAÎŞ'IYAN JÎ BI HEVKARÎ WERE KIRIN'
Li ser rewşa endamên çeteyên DAÎŞ'ê ku li girtîgehên Rêveberiya Xweser têne girtin û li ser hevjîn û zarokên wan ên li kampan got, ''Ev meseleyeke giran e. Rêveberiya Xweser mecbûr dimîne ku bersivê bide hemû hewcehiyên lojîstîk û her cureyî yên DAÎŞ'iyan. Me bang li welatên navnetewî kir ku destekê bidin Rêveberiya Xweser. Ji bo darizandina DAÎŞ'iyan divê li Rojava dadgeha navnetewî were avakirin.
Ji bo darizandina DAÎŞ'iyan divê xebat werin kirin. Ji bo ku li Bakur û Rojhilatê Sûriye werin darizandin em dewlet û saziyan re didin û distînin. Darizandina DAÎŞ'iyan ne bi berpirsyariya me ye, berpiyariya hemû cîhanê ye. Çawa ku bi Koalîsyona Navnetewî bi me bi hev re DAÎŞ qedandibe divê ji bo 12 hezar DAÎŞ'iyên girtî jî bi xebateke hevpar werin darizandin.''
'JI BO CÎHANÊ TALOKEYEKE MEZIN E'
Kurd bi domdarî diyar kir li ser vê mijarê çi dikeve ser milê kê divê bi cih bîne, darizandin, hazirkirina girtîgehan, standina tevdîrên ewlehiyê, di pêvajoya lojîstîk û teknîkî de çi tişta hewce divê bi berpirsyariya cîhanê were kirin lê ku ev darizandin nebe, heke li ser rehebîlîtekirina van neyê rawestandin, kamp û zindan ji bo DAÎŞ'iyan dibe dîsa bibe zemîna xwerêxistiniyê û ev hem ji bo maweyeke kurt û hem ji bo maweyeke dirêj ji bo cîhanê talokeyeke mezin e.”