Li Ezazê wesayiteke bombebarkirî hate teqandin-NÛ BÛ

Li navenda Ezazê ya ku dewleta Tirk dagir kiriye, bi wesayiteke bombebarkirî çalakiyek hate kirin. Li gorî agahiyên pêşî 8 kes birîndar bûn. Li Raiyê li nêzî nuqteya çeteyan motosîkleteke bombebarkirî hate teqandin.

Li Ezazê ku ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin îro wesayiteke bombebarkirî hate teqandin.

Li gorî agahiyên pêşî 4 kes bi giranî tevahî 8 kes birîndar bûn.

LI NÊZÎ NUQTEYA ÇETEYAN A LI RAÎ YÊ TEQÎN

li bakurê Helebê li Raiyê li nêzî nuqteya çeteyên Ehrar El Şarqiye ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker motosîkleteke bombebarkirî hate teqandin.