QSD: Dewleta Tirk agirbestê binpê dike

QSD'ê diyar kir ku dewleta Tirk agirbest binpê kiriye, êrîş ranewestandiye û destnîşan kir, "Tevî ku 30 saet di ser agirbestê re derbas bûne bajarê Serêkaniyê hîn jî dorpêçkirî ye, nahêlin ku ji bo sivîlan û birîndaran korîdorek bê avakirin."

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD'ê wiha ye:

"Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) agirbesta di navbera me û dewleta Tirk de ya bi navbeynkariya DYA’yê ya 17’ê Cotmehê pêk hatiye, qebûl kir. QSD’ê ji saet 22:00’an dest pê kir. Lê Tirkiyê hê jî êrîşên xwe nesekinandine û agirbestê binpê dike. Heta niha jî nahêle korîdoreke mirovî bê vekirin da ku birîndarên sivîl û sivîlên di bajarê Serêkaniyê de hatine dorpêçkirin, bên derxistin. Tevî ku 30 saet di ser agirbestê re derbas bûne.

Cîgirê serokê Amerîkayê birêz Mike Pence û wezîrê karên derve Mike Pompeo yên ku bi Tirkiyê re li hev kiriye, li hember pêkanîna Tirkiyê ya agirbestê û vekirina korîdora mirovî da ku birîndar û sivîlên di bajêr de dorpêçkirî rizgar bikin, berpirsyar in.

Tevî têkiliya bênavber bi aliyê Amerîkayê re û sozên ku dane da ku vê pirsgirêkê çareser bikin, lê heta vê saet û kêliyê tu pêşketinên cidî tune ne.

Me soza pêkanîna agirbestê da û hê jî li gor wê ne. Lê belê di heman demê de ji Amerîkayê daxwaz dikin ku li gorî peymanê tev bigerin û fişarê li Tirkiyê bikin da ku korîdoreke mirovî vekin ku birîndar û sivîlan ji Serêkaniyê ya dorpêçkirî rizgar bikin."