Ebdî lihevkirina di navbera DYE û Tirkiyeyê de nirxand

Ebdî: Divê gelê me bizanbe ku agirbes ji bo deverên dikevin di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de şer lê rû didin derbasdar e. Ji bo ev agirbest jî bi encam bibe, em QSD jî tişta ji destê me bê em ê bikin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî yê di Ronahî tv de lihevkirina di navbera DYE û Tirkiyeyê de pêk hat nirxand û got: “Ev destpêkeke, dagirkeriya TC’ê bi vê naraweste. Divê gel me û hêzên siyasî têkoşînê xurt bikin, hêzên siyasî yên Kurd yekîtiya xwe çêbike û bi hêz bike.”

Ebdî anî ziman ku sê rojin li ser mijarê hevdîtinan dikin, ji bûyerê agahdar in û Serok Dewletê DYE’yê bi xwe bi mijarê re eleqedar e û ji bo vê ji bo Erdogan name şand.

Ebdî got:“Divê gelê me bizane ku ev agirbest ji bo qada di navbera Girê Spî u Serêkaniyê derbasdar e. Wek tê zanîn li vêderê bi sedan xelkê sivîl hate qetilkirin û bi hezaran jî ji cihê xwe koçber bûn. Me jî ev agirbest qebûl kir. Ji bo ku ev agirbest bigihêje encamê em wek QSD’ê tiştên ku bikeve ser milê me em ê pêk bînin. Amerîka di ber pêkanîna agirbestê berpirsayar e. Divê gelê me vegere cihê xwe. Divê armanca dagirkeran bi cih neyê. Ji bo qadên din ti hevdîtin çênebune. Ji xwe hêzên me hê jî di cihê xwe de ne.”

Mazlûm Ebdî got ku ev agirbesta ku pêk hatiye encama berxwedaniya şervanên QSD’ye û wiha pêde çû: “ Ev agirbest encama berxwedaniya şervanên QSD’ê, ku ji ciwanên Kurd, Ereb û Sûryan pêk tê ye. Dîsa ev encama berxwedaniya gelê Kurd, gelên cîhanê ku piştevaniya gelê me kirine û encama dewletên cîhanî ku destek danê me ye. Ji bo wê jî hemû kesên ku piştewaniya me kirin em ji wan re spas dikin, slav û rêzên xwe pêşkêş dikin.

Ebdî got ku, metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmê hêjî bi dawî nebûye û got: “Ev despêkeke. Dewleta dagirker wê wiha nesekine. Divê gelê me tekoşîna xwe bilind bike. Divê partî û aliyên siyasi yên gelê Kurd yekîtiya xwe teqez çêbikin.”