QSD: Agirbest herêma navbera Girê Spî û Serêkaniyê li xwe digire

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Fermandariya Giştî ya QSD’ê ve hate kirin, hate ragihandin ku agirbest herêma navbera Girê Spî û Serkaniyê li xwe digire, îşev ji saet 22:00’an û şûnde dikeve meryetê.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî lihevkirina di navbera DYE û Tirkiyeyê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye: "Li ser daxwaz û erêkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk a bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi nûnertiya cîgirê serok birêz Mike Penece, îro lihevkirina agirbeta di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Dewleta Tirk de hate ragihandin. Ev lihevkirin ji bo qada eniyên şer ji aliyê rojhilat bajarê Serêkaniyê yê heta rojava heta aliyê bajarê Girê Spî derbasdar e. Lihevkirina agirbestê wê ji saet 22:00 bikeve meryetê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk destnîşan kir ku ew ê li gorî lihevkirina agirbestê tev bigerin û bang li dewleta Tirk dikin ku ew jî li gorî lihevkirinê, tev bigerin.”