NY: Bi kêmanî 165 hezar kes koçber bûn

Saziyên NY’yê daxwaza lezgîn kir ku alîkariyên mirovî bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bê kirin, bal kişand ku ji ber şer heta niha bi kêmanî 165 hezar kes koçber bûn.

Nerazîbûnên di asta Netweyên Yekbûyî (NY) ya li dijî êrîşên qirker û dagirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam ikin. Nûnerên saziyên girêdayî NY’yê ku di êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a 9 rojan pêk anîn lêkolîn kirin, daxuyaniyek dan.

Berdevkê Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya NY’Yê Jens Laerk got: “Dibe ji ber agirbestê niha rewşa hinek deveran bêdengî hebe, lê ji saetên sibê ve şer û bombedûmana li Serêkaniyê û derdorî wê dewam dike”

Bervekê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya NY’yê (WHO)Tarik Jasarevîç bal kişand ser pêwîstiyên lezgîn ên li herêmê, daxwaz kir ku divê alîkariyên mirovî bi lezbîn bê zêdekirin. Jasarevîç diyar kir ku ji ber êrîşan ziyan gihiştiye nexweşxaneyên Girê Spî û Serêkaniyê û hatine girtin.

Berdevka Bernameya Xorek a Cîhanî a NY’yê (WFP) Herve Werhoosel diyar kir ku ji ber êrîşê mirov neçar mane ku ji cihên xwe biterikin û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta roja îro bi kêmanî 165 mirov cihê xwe terikandin. Kesên cihên xwe terikandine li mala xizim û nasên xwe bi cih bûne, ji bo wê dibe ev hejmar pir zêdetir be.

Berdevkê Fona Alîkariya Zarokan a NY’yê (ÛNÎCEF) Marîxîe Mercodo fikarên xwe yên ji ber şer li herêma Hesekê bi sedan mirov nikarin pêwîstiyên xwe yên avê bi cih bîne û got: “Ji ber êrîşa li ser stasyona avê ya Aloûk a Hesekê ku 40 hezar kes pêwîstiyên xwe yên avê bicih tîne, ziyan gihiştiyê û bê kêr in.”

Berdevkê Rêxistina Koçberan a NY’yê (ÛNHRC) Andrej Mahecîc fikarên xwe yên bi cihkirina koçberên Sûriyeyî yên li herêmê anî ziman û got: “Koçber enceq bi daxwaza xwe û bi şertê ku cihê lê bi cih bibin bi ewle be, vegerin.”