Swêd wê 100 milyon kron alîkariyê bişîne ji Bakurê Sûriyeyê re

Hikumeta Swêdê diyar kir ku wê 100 milyon kron alîkariyê bişîne ji Bakurê Sûriyeyê re.

Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya hikumeta Swêdê, hikumet di çarçoveya stratejiya herêmî ya Sûriyeyê de, wê 100 milyon kron bişîne ji Bakurê Sûriyeyê re.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêdiviyên gelên wê derê zêde bi tiştan heye û êrîşên Tirkiyeyê rewşê xerabtir dike.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk Îlham Ehmed bi Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Lînde û bi Wezîrê Parastinê Peter Hûltqvîst re civiyabû û daxwaza alîkariya mirovî ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû.

Hikumeta Swêdê ji bo stratejiya herêmî ya ku Sûriye, Lubnan, Urdun û Tirkiye di nav de ye, di sala 2016’an de biryar dabû ku  heta sala 2020’an 1,8 milyon kron alîkariyê bike.