MSD: Divê çavdêrên navneteweyî bên şandin

MSD’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk agirbest bipê kir, banga şandina çavdêrên navneteweyî ya ji bo herêmê kirin.

MeclÎsa Sûriye Demokratîk (MSD) têkildarî binpêkirinê dewleta Tirk a agirbesta hatî ragihandin daxuyaniyek da. MSD’ê ragihand ku Enqere li gorî agirbestê tevnagere.

Daxuyanî wiha ye:

Li ser daxwaz û erêkirina Hêzên Sûriye Demokratîk û navbeynkariya DYA`yê duh bi şev agirberst di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk û dewleta Tirk de li ser dirêjahiya dûrbûna di navbera Eyn Îsa û Serêkaniyê de hate ragihandin. Hêzên Sûriye Demokratîk ji duh bi şev saet 22:00`an ve li gorî dema Sûriyê û heta vê kêliyê li gorî lihevkirinê tevdigere. Lê dewleta Tirk û milîsên wê li gorî biryarê tevnegeriyan û vê sibehê gundê Um El-Xêr ê ku dikeve başûr û rojhilatê Serêkaniyê topbaran kir. Di encamê de 5 şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk tevî hejmarek sivîl şehîd bûn. Her wiha topbaran domdar li hember gihandina birîndaran û xilaskirina sivîlan bû asteng.

Em Meclîsa Sûriye Demokratîk, raya giştî ya cîhanî muxetab digirin û ji wan re teqez dikin ku em ji bingeha parastina jiyana gelê me û rawestandina koçberiyê, ji bingeha yekîtiyaa xa Sûriyê me lihevkirina agirbestê erê kir.

Lê Enqere û artêşa wê tevî bi hezaran çeteyên wê ev lihevkirin binpê kirin û êrîşên xwe berdewam kirin wekî ku lihevkirin ji binî ve tune ye. Lewra em bang li NY, Konseya Ewlehiyê ya Navdewletî û El-Camîa El-Erebiye bi taybet DYA`yê ji ber ku ew navbeyna û sponserê wê dikin ku ji bingeha berpirsyariyên xwe bilivin û çavdêrên navdewletî ji bo parastina agirbesta demkî rêkin herêmê. Her wiha bihêlin ku ev agirbest daîm be û artêşa Tirk a dagirker vekişe.  Artêşa Tirk a dagirker û  komên çekdar ên girêdayî wê komkujî li herêmê pêk tînin, ev tişt jî rêxistina El-Efû ya Navdewletî di rapora xwe de teqez kir. Em spasiya tevahiya kesayet, hêzên cîhanî dikin ji ber ku piştgiriya me li hember êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê kirin. Her wiha bang dikin ku piştgiriya cîhanî dewam bibe, da ku rejîma şer û dijminiya Tirkiyê negihêje armanca xwe.

Her wiha em destnîşan dikin ku bileztirîn rêyên bi dawîkirina aloziya Sûriyê, sponseriya NY`yî ji diyaloga sûrî ya rastîn û avaker li gorî xeta çareseriya siyasî û biryarên navdewletî yên rewa ye.”