Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel li ser agirbesta Tirkiye û DYE’ li hev kiriye û dîsa tevî agirbestê êrîş û bomberdûmana dewleta Tirk û çeteyên wê daxuyaniyek nivîskî da:
Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên me li ser biryara agirbestê a duh, di dîroka 17`ê Cotmehê saet di 22:00`an şûn de li hemû qadên şer derbasî rewşa parastinê bûne. Ji bilî bersivdana êrîşên ku hatin li ser me, yekîneyên li tu qadeke şer an jî herêmên dagirkirî neketine nav hewlên çalakiyan. Ruxmê biryarê jî êrîşên artêşa dagirker a bi top û balafirên bê mirov û êrîşên komên çete yên tacîzê li eniya Serêkaniyê ti caran ne rawestiya ye.
Di van êrîşan de, ji saet 22:00`an heta niha, 13 şervanên me; di êrîşên hewayî yên li ser gundewarên Serêkaniyê jî 5 welatiyên sîvîl şehîd ketin.
Em bang li hemû kes û taybet jî li aliyên agirbestê dikin ku li gor çarçoveya agirbestê tevbigerin. Em eşkere dikin ku hêzên me wê mafê parastina rewa li hember êrîşan bi kar bîne û bersiva êrîşan bide.”