Êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Serêkaniyê didomin
Li gel lihevkirina dewleta Tirk û DYE'yê jî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji doh bi şev ve didomin.
Li gel lihevkirina dewleta Tirk û DYE'yê jî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji doh bi şev ve didomin.
Keleha Berxwedanê Serêkaniyê ku 10 roj in bûye hedefa êrîşên giran ên dewleta Tirk, berxwedan didome. Nûçegihanê me Ersîn Çaksû ji Serêkaniyê ragihand.
Çaksû diyar kir ku tevî lihevkirina navbera DYE û dewleta Tirk a 17'ê Cotmehê jî doh bi şev li eniyên herêmê êrîşan dom kirin.
Çaksû got, "Dagirkeran xwestin doh bi şev çekên xwe yên giran li eniya rojava derbasî Serêkaniyê bikin û êrîş bikin. Şervanên QSD'ê jî bersiva êrîşa dagirkeran dan. Şerê li eniya rojava didome.
Li xeta sînor jî di heman demê de şer heta serê sibehê dom kir.
Li eniya rojhilat jî leşker û çeteyên dewleta Tirk ên dagirker bi taybetî êrîşî nexweşxaneyê dikin.
Ji ber ku birîndarên sivîl û leşkerî yên li nexweşxaneyê nekarîn bigihêjin devera pêwîst du birîndaran şevê din jiyana xwe ji dest dan.
Di van kêliyan de jî li eniyên rojhilat û rojava şer didome.
Careke din êrîşî nexweşxaneyê dikin."