Şêniyên Heseke: Em ê xwe bigihînin birîndarên xwe

Şêniyên Hesekê ku ji bo xwedîderketina li berxwedana li Serêkaniyê bi rê ketin, lê belê ji ber astengkirinê neçar man vegerin gotin, "Tevî her tiştî jî em ê xwe bigihînin birîndarên xwe."

Şêniyên Til Temirê û Hesekê ji bo xwedîderketina li berxwedana li Serêkaniyê hewl dan xwe bigihînin Serêkaniyê. Lê belê ji ber astengiya çeteyên dewleta Tirk neçar man ku vegerin. Şêniyên bajaran gotin, "Em ê li ber xwe bidin û xwe bigihînin birîndarên xwe."

Endama Meclîsa Edaletê ya Hesekê Rejîm Salih got, "Me xwest ku xwe bigihînin birîndarên xwe yên li Serêkaniyê asê mane. Beriya niha bi sê rojan sivîlên xwestin biçin heman herêmê hatin bombekirin. Em çûn herêmê û me bedenên mirovan li derdorê dîtin. Ti ji me bi çek nebû, lê belê êrîşî sivîlan kirin. Em neçûn wê deverê ji bo şer bikin. Koma ku piraniya wan jin bûn bû hedefa fîşekan. Çeteyan xwestin me bixin xefikê û bikujin, me jî qebûl nekir."

Hevseroka Meclîsa Çand û hunerê ya Kantona Hesekê û Endama Yekîtiya Rewşenbîrên Hesekê Afaf Haske got, "Bi navê şêniyên Hesekê û Til Temirê me berê xwe dan Serêkaniyê qada berxwedanê. Me xwest ji mirovên xwe yên li wê deverê li ber xwe didin bibin alîkar û xwe bigihînin hevalên xwe yên birîndar. Lê belê çeteyên dewleta Tirk li pêşiya me bûn asteng. Tevî vê yekê jî berxwedan wê bidome. Ji Dêrikê heta Kobanê niha li hemû bajarên me berxwedan heye. Şêniyên vê cografyayê berxwedêr in, di çarçoveya neteweya demokratîk de 8 sal in bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan dijîn. Em ê ti carî dest ji vê berxwedana xwe bernedin û timî bi mirovên xwe yên berxwedêr re bin."