Cenazeyê şehîdên Berxwedana Rûmetê spartin axê
Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û gundên wê cenazeyên 8 şehîdên Berxwedana Rûmetê di nav tilîliyên dayikan û dirûşmên silavkirina berxwedana QSD’ê de spartin axê.
Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û gundên wê cenazeyên 8 şehîdên Berxwedana Rûmetê di nav tilîliyên dayikan û dirûşmên silavkirina berxwedana QSD’ê de spartin axê.
Bi hezaran şênî li ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê kom bûn. Şêniyan cenazeyên şehîd; Hayil El-Salih endamê Heyva Sor a Kurd, Îbrî Zozanî bi nasnav Avesta Hesekê şervana YPJ’ê, Mihemed Salih bi nasnav Şervan Hesekê şervanê QSD’ê, Umer Şêx Elî bi nasnav Sîd Hesekê, Besêm El-Hemîd bi nasnav Baran Ereb, Deham El-Ehmed bi nasnav Hogir, şervanê Hêzên Erka xweparastinê Mihemed Hido wergirtin.
Piştî wergirtina cenazeyên şehîdan şêniyan berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar. Li gorisatnê merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.Piştre endamê meclîsa kantona Hesekê Ebdulrezaq axivî.
Ebdulrezaq sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.
Piştî bidawîbûna axaftinan nasnameya şahadeta şehîdan ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê di nava tilîliyên dayikan û berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana şehîdan de spartin axê.