86 hezar xwendekar ji mafê perwerdehiyê mehrûm bûn

Komîteya Perwerdehî û Hînedkariyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji ber êrîşên dagirkeriyê li 810 dibistanan perwerdehî sekinandine.

Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara dibistanên herêmên Cizîr û Firatê yên ku artêşa Tirk a dagirker di 9 rojan de kirine hedef eşkere kir.

Desteyê banga lezgîn û mirovî li UNICEF, rêxistinên mafên zarokan û tevahiya rêxistinên mirovî kir ku bi lez mudexele bike û zextê li civaka navdewletî bike ji bo ku êrîşî rawestîne.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hovantirîn sûcan di derheqê sivîlan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin. Ev êrîşa hovane gihaşt tevahiya cihên giştî di nav de yên tenduristî û perwerdehî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Di dema ku divê zarokên me li ser daniştokên xwendin bin, niha ji ber êrîşan yan şehîd in yan jî birîndar in yan jî koçber in. Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn dibistan kirin hedef.

Bi rêya vê serjimariyê em ji raya giştî re hejmara dibistanên herêmên Cizîr û Firatê yên ku di 9 rojan de hatine hedefgirtin diyar dikin. 810 dibistan ji ber êrîşa artêşa Tirk a dagirker ji xizmetê derketine. Ji ber wê prosesa perwerdehiyê rawestî. Zêdetirî 86 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par man û 5 hezar û 224 mamoste ji karê xwe qut bûn.

HERÊMA CIZÎRÊ

Hejmara dibistanên ku rawestîne 150 jê 20 bi temamî wêran bûne.

Hejmara xwendekarên ku ji perwerdeyê bê par mane 17 hezar û 526.

Hezar û 409 mamoste ji prosesa perwerdehî qut bûne.

HERÊMA TIL TEMIRÊ

Hejmara dibistanên ku rawestîne 120.

Hejmara xwendekarên ku ji perwerdeyê bê par mane 7 hezar û 633.

849 mamoste ji prosesa perwerdehî qut bûne.

HERÊMA DIRBÊSIYÊ

Hejmara dibistanên ku rawestîne 114.

983 mamoste ji prosesa perwerdehî qut bûne.

KANTONA GIRÊ SPÎ

Hejmara dibistanên ku rawestîne 426.

Hejmara xwendekarên ku ji perwerdeyê bê par mane 51 hezar û 200.

Hezar û 983 mamoste ji prosesa perwerdehî qut bûne.

Her wiha koçber di 3 dibistan li Qamişlo, 35 li Hesekê û 2 li Girkê Legê de bi cih bûne.

Wek Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser zarok û dibistanên me şermezar dikin. Em banga lezgin û mirovî li UNICEF, rêxistinên mafên zarokan û tevahiya rêxistinên mirovî kir ku bi lez mudexele bikin û zextê li civaka navdewletî bikin ji bo ku êrîşên li ser herêmên me rawestînin û rê li pêşiya azarên şêniyan ji ber êrîşan bigirin.”