Qetlîama li gundê Mişrafayê derket holê

Qetlîama dewleta Tirk a dagirker ya li gundê Mişrafayê ya Serêkaniyê derkete golê. Gelê ku ji Cizîrê bi rê ket, cenazeyê 12 sivîlan ji bin kavilan derxistin. Ev gund di 9’ê Cotmehê de hatibû bomberdûmankirin.

Her roj qetlîameke din a dewleta Tirk a dagirker derdikeve holê. Serêkaniyê di serî de li gelek herêman artêşa Tirk a dagirker ji hewa û bejahiyê ve gelê sivîl kir hedef.

Konyoyeke sivîlan ji herêma Cizîrê ber bi Serêkaniyê kete rê. Gelê sivîl ji bo ku birîndar werin derxistin û alîkariya gelê sivîl were kirin, hewl didin korîdorekê vekin.

Dema ku konvoy gihişt gundê Mişrafayê cenazeyên sivîlan ji bin kavilan derxist. Artêşa Tirk a dagirker di 9’ê Cotmehê de ev der bomberdûman kiribû. Li gorî agahiyên ku ANF’ê bi dest xistiye, cenazeyê 12 kesên sivîl ji nav kavilan hate derxistin.

LI ZIRGANÊ GELÊ SIVÎL HATE BOMBERDÛMANKIRIN

Dagirkeran di nava rojê de navçeya Zirganê ya Serêkaniyê jî bomberdûman kirin. Di vê bomberdûmanê de 12 kesên sivîl birîndar bûn. Endamê Partiya Çep a Sûriyeyê Newaw Hecî Elî jî di nav de 3 kes mirin. Li herêmê lêgerîna cenazeyan didome. Dibe ku bîlanço girantir bibe.