Xelîl: Rêveberiya Xweser wê rewşê binirxîne

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl ku daxuyaniya piştî hevdîtinên di navbera DYE û Tirkiyeyê hate kirin nirxand û got: “Rêveberiya Xweser piştî nirxandina rewşê û şûnde wê biryarê bide.”

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl têkildarî lihevkirina di navbera DYE û Tirkiyeyê de ji Stêrk tv re nirxand. Xelîl anî ziman ku berxwedana QSD’ê encamek wiha derxist.

Xelîl destnîşan kir di dagirkeriya dewleta Tirk a ev 9 roj in dom kir de, her cûre êrîşên der mirovî hatin kirin û got: “Her ku ev dirêj kir Erdogan îflas kir. Nerazîbûnên li dinê jî mezin bûn. Di raya cîhanê de jî desteka ji bo me mezin dibû. Neçar man ku ev dagirker dev ji planên xwe berdin.

Xelîl li gel êrîşên dagirker di siyaseta DYE’yê de rê li ber nerazîbûnên li dijî Trûmp de jî zêde bûn û got: “Trûmp li hember nerazîbûnên heyî tengijî. Rêveberiya DYE hem di nava xwe de hem jî di nava Kongeyê de kete nava nakokiyan.”

Xelîl bal kişand ser rola Erdogan a di nava nakokiyên Kongreyê de derket û wiha pêde çû: “Erdogan bi vê kirinên xwe nakokî xiste nava wan.”

Xelîl bal kişand ser berxwedana ku kir daxuyaniya agirbestê ya di navbera DYE û dewleta Tirkiyeyê de hate kirin û got: “Hêzên komploger bi vê yekê xwestibûn şoreşa gelan bi komployeke nû vala derbixin. Lê bi ser neketin, hatin ba hev xwestin vê rewşê li ber çavan re derbas bikin. Ev ne rewşeke ku tenê di navbera wan de bê lihevkirin nîne. Jeffrey dema li gel me civiya bû herêma ewle li ser me disepand, niha jî bi heman şêweyî dixwazin bisepînin. Ji ber ku her şer dirêj kir, ji bo wan jî baş ne dibû. Helwesta gelê me, berxwedana şervanên me yên li eniyan nebûna ev encam wê derneketiba.

Xelîl li ser pêşketinên pêk hatine wê helwesta wan çibe jî got: “Piştî ku Rêveberiya Xweser rewş niraxand û şûnde wê biryar bide. Li ser bûyerê niha nirxandin bikim wê ne di cih de be.”

Xelîl bibîr xist ku hê jî êrîş dewam dike, ji kêliya tevlî bernameya tv’yê jî bûye êrîş li ser Serêkaniyê pêk tên û got: “Dema tevlî bernameya we bûm, êrîşî nexweşxaneya Serêkaniyê tê kiri.”