ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Operasyona ewlehiyê ya li Kampa Holê di roja duyan de ye
Li Kampa Holê operasyona ewlehiyê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hatî destpêkirin, di roja 2’yan de didome. -
Li Bendava Tişrînê civîn
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rojhilat Efrîn li Bendava Tişrînê bi çalakvanan re civiyan û berxwedana wan silav kirin. -
DYE’yê hişyarî da: Neçin Sûriyeyê
Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hişyarî li welatiyên xwe kir ku neçin paytexta Sûriye Şamê. -
Fermandariya QSD-YPJ`ê bi şandeya Koalîsyona Navneteweyî re li Bendava Tişrînê ne
Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) tevî şandeyekî ji Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî, ji bo hevdîtinan bikin çûn bendava Tişrînê. -
Kongra Star salvegera 20'emîn a damezrandina KJK'ê pîroz kir
Meclîsa Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 20'emîn a damezrandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) pîroz kir. -
Li kampa Holê operasyoneke ewlehiyê destpê kir
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê dest bi operasyoneke ewlehiyê kir. -
Hêvîn Silêman: Sîstema Şêxmeqsûd û Eşrefiyê careke din bû mînak
Hevseroka Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Hêvîn Silêman diyar kir ku sîstema Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bûye mînak û got ku ev yek bi saya berxwedana bi salan pêk hatiye. -
Astengkirina karwanên alîkariyê li gelek bajaran hate şermezarkirin
Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî astengkirina derbasbûna konvoya alîkariyên mirovî ji bo xelkê peravê çalakî hatin lidarxistin. -
Ji bo malbatên şehîd Çiyager û Şiyar serdanên sersaxiyê
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê û xelkê Firatê serdana taxa Miştenûrê û gundê Qeremoxê kirin û sersaxî ji malbatên şehîd Çiyager û Şiyar re xwestin. -
Nasnameya şehîdekî QSD'ê hate eşkerekirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya şervanekî xwe eşkere kir ku li eniyên şer ên Minbicê şehîd bû. -
Şehîd Ezîz Ereb di salvegera şehadeta xwe de hate bîranîn
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 39’emîn salvegera şehadeta hevrê Ezîz Ereb de got ku ew ji dil û can tevlî nava têkoşîna azadiyê bû û jiyana xwe ji bo berxwedana hevpar a gelan feda kir. -
Konferansa Neteweyî ya Kurd li Rojava hat taloqkirin
Konferansa Neteweyî ya Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dihat payîn di 18’ê Nîsanê de bê lidarxistin, hat taloqkirin. -
Şandeya Ewropayê bi MSD û QSD’ê re hevdîtin kir
Şandeya Ewropî ya ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye di du civînên cuda de yên bi MSD’ê û QSD’ê re rewşa herêmê ji aliyên leşkerî û siyasî ve nîqaş kir -
'Rêber Apo bi bangekê rewşa siyasî ya herêmê bi temamî guhert'
Mesûd Bozî anî ziman ku Rêber Apo bi banga 27'ê Sibatê re rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn bi temamî guhertiye û hêviya aştiyê li herêmê belav kiriye. -
Foza Yûsif: Eger HTŞ bi vî rengî dewam bike wê bibe dubareya Baasê
Endama Komîteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif destnîşan kir ku destûra bingehîn a HTŞ'ê û hikumeta demkî demokratîk nînin û ragihand, ku eger bi vî rengî dewam bike wê rêveberî û aqûbeta wê mîna ya Baasê bibe. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Şervan Ocalan hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Şervan Ocalan ê di 21’ê Adarê de li Şedadê şehîd bûbû, bi merasîmekî girseyî li Helebê hat veşartin. -
Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di encama qezayê de şehîd bû
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî wan ê li Qamişloyê di encama qezayê de şehîd bû, eşkere kir. -
Cenazeyên 2 şehîdên QSD’ê hatin veşartin
Cenazeyê şehîdên QSD’ê Dilbirîn Qamişlo û Silêman Qamişlo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hatin veşartin. -
Zanîngeha Kobanê şandeya Fînlandiya pêşwazî kir
Şandeyek ji Fînlandiyayê ji bo pergala zanîngehê nas bike û piştgiriyê bide, serdana Zanîngeha Kobanê kir. -
Şandeya Ewropayî li Rojava dest bi hevdîtinan kir
Şandeyeke 12 kesî ya ku ji welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) û ji Îngilistanê pêk tê, serdana herêma Rêveberiya Xweser kir. Tê payîn ku şande nêrînan ragihîne welatên YE’yê. -
Heyeta Parlamenter a Îngilistan û YE’yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye
Heyeta Parlamenter a Îngilistan û Yekîtiya Ewropayê (YE) piştî hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê derbasî bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û li vir bi Nûnerên Konseya Suryaniyan û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya MSD’ê Îlham Ehmed re civiya. -
Tîmên Operasyonê yên QSD’ê şaneyek DAÎŞ'ê ya xeternak têk birin
QSD’ê ragihand ku şaneyeke DAÎŞ’ê ya ku cebilxane, teqemenî û madeyên lojîstîk ji bo êrîşî Girtîgeha Reqayê peyda dikir, bi operasyonekê hate têkbirin. -
MSD'ê civîna xwe ya asayî lidar xist
Di civîna asayî ya Meclîsa Giştî ya MSD'ê de di avakirina Sûriyeya nû, afirandina pirên baweriyê û xurtkirina nasnameya neteweyî de rola MSD'ê hate destnîşankirin. -
Rêya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştî 4 mehan vir de carek din vebû
Rêyên çûyîn û hatinê yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştî 4 mehan û vir de carek din vebû. Bendên kontrolê ji bo kontrola hevbeş vebû. -
Jinên ciwan li Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Helebê bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê dem dema pêşengtiyê ye” ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan.