Kongra Star salvegera 20'emîn a damezrandina KJK'ê pîroz kir
Meclîsa Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 20'emîn a damezrandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) pîroz kir.
Meclîsa Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 20'emîn a damezrandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) pîroz kir.
Meclisa Kongra Star bi minasebeta salvegera 20’emîn a damezirandina KJK’ê daxuyaniyek nivîskîweşand.
Di daxuyaniyê de salveger li Rêber Apo û hemû jinan hat pîrozkirin û hat destnîşankirin ku têkoşîna azadiya jinê ya li ser felsefeya Rêber Apo, bûye hêviya hemû jinên cîhanê.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di sedsala 21’emîn de têkoşîna jinan a bi pêşengiya jinên Kurd destkeftiyên mezin derxistine holê û wiha hat gotin: "Sîstema KJK’ê ku bûye modela konfederalîzma demokratîk a azadiya jinê, li beramberî sîstema deshilatdar a mêr, watedayina jiyana azad, ekolojîk û rêxistinbûyinê ya di aliyê siyasî, aborî, çandî, parastinê de ye. Di vê dema dîrokî ku Rêber Apo banga dîrokî ji bo jinan kiriye de, erk û berpirsyariya mezin dikeve ser milê hemû jinan ku li ser bingeha efsaneya Jin Jiyan Azadî xwe bigihînin serkeftinê. Emê bi wê baweriyê xwedî li vê erkê derkevin. Îro jinên Kurd li çar aliyê Kurdistanê yekîtiya xwe ava dikin, ji yekîtiya netewî re pêşengtiyê dikin. Li Rojavayê Kurdistanê jî têkoşîna jina Kurd bi Kongra Star bûye hêviya hemû jinan. Em bawerin ku ev têkoşîn wê bi serkeftinê û azadiya Rêbr APO ya fîzîkî tacîdar bibe.”